Xwepêşandêran dirûşmeyên silavkirina berxwedana YPG/YPJ'ê li Kobanê bang kirin û piştgiriya xwe bi berxwedana dîrokî re anîn ziman. Xwepêşandêran al û sembolên Kurdî, wêneyên têkoşerên azadiyê û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan. Xwepêşandan li pira Ş . Cîhad sekinî û li wir li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger, Tevgera Civaka Demokratîk, Yekîtiya Star û Wezareta Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan axaftin kirin. Li Dirbêsiyê jî xwepêşandan ji pêş navenda Ciwanên Şoreşger ya bajêr dest pê kir û  bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana Kobanê ber bi qada Şehîdan ve meşiyan. Xwepêşandêran wêneyên têkoşerên azadiyê, al û sembolên Kurdî, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan. Li qada Şehîdan xwepêşandan bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir . Di axaftinan de berxwedana Kobanê hat silav kirin. 

CIZÎR