
LUQMAN GULDİVÊ / NAVENDA NÛÇEYAN
Dr. David Romano wekî zanyarekî siyasetê berê awirên xwe ji nêz ve dide Kurdistanê û pirsgirêka Kurd. Tevî ku li zanîngeha eyaletê ya Missourî li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê dersa siyaseta Rojhilata Navîn bi giştî jî dide, hewl dide ku kêşayên Kurdistanê û siyaseta wê jî li dersên xwe zêde bike.
Li ser pirsa, ka di pirtûka xwe ya bi navê The Kurdish National Movement: Opportunity, Mobilization and Identity/Tevgera Neteweyî ya Kurd: Derfet, Seferberî û Nasname de mijarên sereke yên wî berê awira xwe dayî wan çi ne, dibêje, “Pirsa min a sereke ew bû, çi dike ku mirov her tişta xwe bixin rîskê û tehlûkeyê? Dewlet, heta roja me ya îro jî tişta herî hêzdar û bi tehlûke ye. Ji bo çi mirov rahêjin sîlehan û li ber wê serî hildin? Ez li bersiva vê pirsê digeriyam.”
Romano, li ser heman mijarê û ji bo ravekirina girîngiya vê pirsê wiha behsa serpêhatiyeke xwe dike: “Dema ku ez bi bisiklêtê xwe li Tirkiyeyê digeriyam, ez çûm herêmên Kurdistanê jî. Li wir bendên rêyan hene û kontrol hebûn. Tê bîra min li yekê ji wan bendên kontrolê min ji sûbayekî wezîfedar pirsî, çima ev kontrol hene, wî got, ji ber ku êrîş hene, terorîzm heye. Min jî jê pirsî lê belê çima ‘terorîzm’ heye, wî got, ji bo pereyan dikin. Ma tiştek wisa dibe. Kes ji bo pereyan her tişta xwe dixe tehlûkeyê. Diviyabû bersiv tevlîhevtir be û min da dûv vê berisivê.”
Pirsa min a weke, temam, naxwe tevlîhev û kompleks e, lê cenabê te çi bersiv da vê pirsê, kir ku David Romano wiha li min vegerîne: “Sê nuqteyên sereke yên diyarker hene biya min. Yek jê ‘avahiya/strukturê rewşê’ ye ku rê li ber derfetan vedike, ya din seferberkirin e û nuqteya sêyem jî nirx in ku di avakirina nasnameyê de diyarker in. Ev hersê xal jî ji hev cihê û tecrîdkirî nînin, ew înteraktîf in û bi hev re dualî tesîrê li hev dikin. Dema vê dikin jî nasnameyên wan diguherin.
Wî çaxî mirov tevgera Kurd di vê peywendê de çawa dikare binirxîne? Ha vê pirsê em ji Dr. Romano dikin û ew jî dibêje, “Li vir derfet çi ye? Hikûmeta navendî zextê li Kurdan dike, ev rastiyeke li ber dest e. Hingê mirov dikare bibêje, her kêliya ku hikûmeta navendî lawaz bibe, ji bo Kurdan derfetek e. Em li Kurdan dinihêrin, sala 1991’ê hikûmeta navendî ya Bexdayê qels bû, derfetek ji Kurdan re peyde bû. Sala 2003’yan careke din hikûmeta navendî li Bexdayê qels bû û derfeteke din ji Kurdan re peyde bû. Wan ev derfeta dawiyê ne ji bo ku şerê Iraqê bikin bi kar anî, lê belê ji bo ku bibin beşekî wekhev ê dewletê. Paşê em dibînin hikûmeta navendî xurt dibe û tehlûkeyeke bi rastî ya şerê çekdarî dide der, çawa ku sala 2013’an rewş wisa bû. Bes bi êrîşên DAIŞ’ê bi ser hikûmeta navendî re, Bexda dîsa lawaz dibe û ji bo Kurdan ji nû ve derfetek peyde dibe. Mirov dikare bibêje ku di dîroka xwe de Hikûmeta Herêmî ya Kurdistanê beramberî Bexdayê di rewşa xwe ya herî xurt de ye.”
Dr. David Romano li ser Rojava bi heman rengî argumanên xwe dike rêz û dibêje, “Beriya pênc, şeş salan ma kî dikarî texeyul bikira ku Rojava weke îro bibe. Li Sûriyê hikûmeta navendî lawaz bû û em dibînin ku ev ji bo Kurdên Rojava veguherî derfetekê. Û divê em ji bîr nekin ku derfeteke ji bo beşeke Kurdistanê ji bo beşên din jî derfetek e. Lewma nabe ku em wisa bihizirin ku ev parçeyên Kurdistanê ji hev bi temamî qut in. Rojava tesîrê li Bakur dike, ma çawa Kurdên herêmekê xwedî hin mafan bin û yên herêmên din vê nebînin, yan jî ev tesîrê li wan neke. Bi heman rengî dewletên cîran jî vê tesîrê dibînin û li gorî wê siyasetan diyar dikin.”
Dr. David Romano niha di sala xwe ya ji derdariyê muaf de ye da ku karibe lêkolînekê bike û ew vê lêkolîna xwe li ser siyaseta karê derve ya Herêma Başûrê Kurdistanê dike. Gelo bi rastî li Başûrê Kurdistanê siyaseteke derve ya navendîkirî heye? Berisva Romano qismî erê ye: “Ji sala 2003 ta 2014’an, erê hebû. Di hilbijartinan de jî partiyên Kurd hevgirtîbûn, herçî hilbijartinên Iraqê bûn, Beramberî Bexdayê, partiyên Îslamî jî di nav de, Kurd bi yek dengî dipeyivîn. Heta bi Gorranê jî pirraniya caran wisa tevdigeriya. Tevî ku di siyaseta nevxweyî de cihêtiyên wan hebûn, ji wan dihat li hemberî derve bibin xwedî yek dengî. Lê paşê ev rewş guherî. Niha ne wisa ye.”
Lê belê çima, kî berpirsiyar e ji vê yekê? Gelo dewra cîranên Kurdistanê gelek e di vê yekê de? Li gorî Dr. David Romano, “Helbet, divê mirov wisa bibîne, her dewlet, hewl dide tesîrê li dewletên din bike. Herçî dewletên lawaz in, helbet ew bêhtir li van tesîran vekirî ne. Hikûmeta Herêmê jêr-dewlet e. Jêr-dewleteke lawaz û li dewrûbera wê dewletên ewlekariya xwe di asta bilind de digirin.” Bi vê jî Romano ber wê fikrê ve îşaret dike, çiqasî statuya Kurdan û avahiyên wan ên siyasî xurt bin, ew qasî wê siyaseta wan a hundir û derve kêm vekirî be li tesîrên derve.
Herçî Bakurê Kurdistanê ye, wekî beşa herî mezin û diyarker a Kurdistanê, bala David Romano dikişîne ser xwe, jixwe ji ber vê yekê ew îsal jî wekê gelek caran çû Brukselê da ku guh bide qisekerên 13 konferansa Kurd a li Parlemana Ewrûpayê ya 7 û 8’ê Kanûnê li dar ketî. Romano li ser çareseriya pirsgirêka Kurd li Bakurê Kurdistanê dibêje, “Ez pirr piştrast nînim ji wê yekê ku pêvajoyeke aştiyê hebû, ji ber wê jî ez nikarim bibêjim, dev ji vê pêvajoyê hat berdan. Hûn dikarin bi hêzeke hûn pê re şer dikin, aştiyê bikin, lê hikûmeta Tirk hîç li vê mikur nehat. Wê ti carî xelkê xwe amade nekir ji bo çareseriyeke muhtemel û PKK weke cenawir her nîşan da. Erdogan behsa elaqeya xwe ya ji bo aştiyê dikir, lê behsa aştiyeke bi PKK’ê re nedikir. Bi vî rengî mirov dikare para mezin a gunehê pêknehatina aştiyê bixe stuyê dewleta Tirk. Lê, bi ya min şaşiyên aliyê Kurd jî hebûn, yên PKK’ê. Dewletê di wan demên agirbestê de zext zêde dikirin, qereqol ava dikirin û bendavên ewlekariyê lê dikirin. Bersiva PKK’ê gefxwarina bidawîanîna agirbestê bû, lê belê dema wê ne rast bû. Mirov li kuştina du polîsên li Sûrûcê binihêre vê dibîne. Jixwe bi serê xwe daxuyaniya ku bibêje, agirbest bi dawî bû jî dikare bike ku agirbest bidawî bibe.”
Ew şaşî tam çi ye, mesela ya di navbera Îsraîl û Filistînê de bi ser neket û çareseriya pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê, qey wekî hev in? Li gorî Dr. David Romano: “Piştî muzakereyên Osloyê, lihevkirina di navbera aliyên Îsraîl û Filistînê de her dûvdirêj bû. Filistîniyan bi êrîşan bersiva vê de û Întîfadaya duyem dan destpêkirin. Bi ya min heger ev Întîfada bê şidet bûya, niha ji mêj ve dewleta Filistîniyan hebû. Wekî mînak jî ez dikarim behsa çalakiyên ne bi şidet ên Başûrê Efrîkayê yên mezin bikim. Ev şaşiya Filistîniyan, bi ya min PKK’ê jî kir. Lê belê divê mirov ji bîr neke; di dema Întîfadayê de êrîşên wekî li Diyarbekir, Surûc û Enqerê yên li dijî girseyên sivîlan pêk nehatibûn. Ne tenê ve jî, li Osloyê Îsrailî û Filistîniyanhevdu weke alî qebûl dikir, lê li Dolmabahçe ne wisa bû. Li Osloyê çavdêr hebûn, li Dolmabahçe nebûn, bi ser de jî aliyê dewleta Tirk PKK ti carî nas nekir.”
David Romano kî ye?
Dr. David Romano niha li zanîngeha Missouri State li beşa Zanista Siyasetê profesor e. Wî sala 1988’an lîsansa xwe li ser kêşaya Îsraîl û Filistînî nivîsî, mastira xwe sala 1990’î li ser tevgera Rêya Rohnî ya Perûyê nivîsî. Sala 1990’î cara yekem dema ku li Tirkiyeyê bû pê dihise ku pirsgirêke nasnameyê ya Kurd li Tirkiyeyê heye. Sala 1994’an ew bi bisiklêt diçe Tirkiyeyê û sê mehan bi bisiklêt li Tirkiyeyê digere. Ji wir jî derbasî başûrê Kurdistanê dibe ku hingê lê şerê birakujî yê di navbera PDK û YNK lê hebû. Romano bi vî awayî Kurdan û pirsgirêka Kurd nas dike. Ew ji sala 2002’yan ve dersan li zanîgehê dide.