Berpirsa Têkiliyên Dîplomasiya TEV-DEM’ê Çinar Salih derbarê ragîhandina Rêveberiya Xweser a li herêma Siwêda ya li başûrê Sûriyê de ji ANHA’yê re axivî.


Hûn ragîhandina Rêveberiya Xweser ji aliyê gelê Siwêda ve çawa dinirxînin?

Di serî de em ragîhandina rêveberiya xweseriya demorkatîk li hemû gelê Siwêda pîroz dikin. Ev duyemîn gava ber bi demokratîkbûna Sûriyê ve ye, ji ber ragîhandina xweseriyê riya azadkirina gelê Sûriyê ji hêzên desthildar destnîşan dike. Bi vê yekê, hemû civaka Sûriyê wê ber bi demokratîkbûna rast ve biçe, bi vê yekê daxwazên civaka Sûriyê ku 4 sal in têdikoşe, wê dê pêk werin.

4 sal in ku bi dehezaran kesan jiyana xwe ji dest da, bi dehezaran koçber bûn û alozî roj li pey rojê mezintir dibe. Gava yekem a ragîhandina Rêveberiya Xweseriya Demoraktîk a Rojava bû, niha jî gava duyemîn gelê me yê Siwêda xweseriya xwe ragîhand, ev gaveke pîroz e. bi vê yekê civaka Siwêda xwe bi rê ve bibe, azadiya xwe pêk bîne û dê xwe rizgar bike. Heger hemû civaka Sûriyê bi xwe rêveberiya xwe bikin, Sûriyeya demorkratîk wê bê avakirin.

Em bang li hemû gelê Sûriyê li hemû bajar û herêman û di serî de bajarê Deraa yê nêzî Siwêda dikin ku xwe bi rê ve bibin û xweseriya xwe îlan bikin. Em di wê baweriyê de ne ku gelê Siwêda dikare xwe bi rêve bibe û xweseriya xwe bi pêş bixe. Ezmûna Rojava jî li ber çavan e.


Piştî Rojava li Siwêda jî civakê rêveberiya xwe îlan kir, gelo ev tê wateya ku gelê Sûriyê êdî nas kir ku riya çareserkirina aloziyê çi ye?

Yek ji sedemên mezinbûna aloziya li Sûriyê zêhniyeta desthiladar û dewletnetewe ye. Yanî yek al, yek artêş, yek ziman gelan ji hev dixin, gel êdî bi vê yekê hisiyane û naskirine ku ev yek dê faîdeyê li wan neke, civakê naskiriye ku desthiladar têk çûne û nema dikarin rêveberiyê bikin.

Gelê Siwêda ji ezmûnan li Rojava sûd wergirt, ev yek car e ku li Rojhilata Navîn ezmûna Rêvebeirya Xweseriya Demorkatîk pêk tê. Gel ji ber kiriyarên rêjîman nikarîbûn rêveberiyên xwe ragihînin, lê gelê Rojava li dijî hemû sîstemên desthilatdar sekinî û rêveberiya xwe ya azad ragihand.


"Projeya pêşeroja hemû Sûriyê ye"

Projeya Xweseriya Demokratîk di nerîna me de projeya siberoja hemû Sûriyê ye, ji ber ku hemû pêkhateyên Sûriyê dikarin xwe bi rê ve bibin, em niha di qonaxa îflasa dewlet netewan de ne, riya saziyên demorkatîk vekirî ye.

Ji ber vê yekê, li gelek parêzgehên Sûriyê ji ezmûna Rojava sûd wê bê girtin, weke mînak, Dêra Zorê dikare li gorî adetên xwe  xwe bi rê ve bibe, li Helebê jî gel dikare heman tiştî bike û li hemû bajaran herêmên xweser dikarin bêne avakirin.


Hûn çawa dikarin piştgiriyê bidin gelê Siwêda yên rêveberiya xwe ragihandî?

Gava yekem ew e ku gelê Siwêda gava xwe ya xwerêveberiyê wekî gava yekem a ber bi Sûriyeya demorkatîk ve hesab bikin. Em wekî gelê Rojava û TEV-DEM’ê dikarin piştgiriya Xweseriya Demokratîk a Siwêda bikin, em amade ne ku bi hemû hêza xwe pişgiriyê bidin wan û ezmûnên xwe bi wan re parve bikin. Em dikarin endamên xwe bişînin Siwêda û li ser rêbaz û çawaniya avakirina saziyên rêveberiyê bi wan re nîqaş bikin û ezmûnên xwe yên Rojava bi wan re parve bikin. Em kêliyekê jî gavan paş de navêjin ku em piştgiriya gelê xwe yê Siwêda bikin.


Ragihandina xweseriyê li Siwêda wê bandorekê li projeya we ya civaka demorkatîk a ji bo çareserkirina aloziya li Sûriyê bike yan na?

Bê guman ev proje xwe dispêre civakên heyî yên li Sûriyeyê, civak pir reng in, adetên wan ji hev cûda ne, mînak çanda gelê Dirzî ji ya Elewiyan cûda ye, çanda sunî ji ya dirziyan cûda ye û her wekî din. Li gorî projeya me her kes dikare li gorî rastiya xwe û hebûna xwe xwe bi rê ve bibe û daxwazên xwe pêk bîne. Em parçebûna Sûriyê naxwazin, lê belê em dixwazin Sûriyeke demokratîk bê avakirin, mafê hemû gelê Sûriyê bê parastin.

Di dawiyê de jî em careke din bang li gelê Siwêda dikin ku bi israr rêveberiya xwe biparêzin û em bang li ciwanên wan dikin ku parastina xwe bikin, ji ber ku rêveberiya xweseriya demorkatîk dê nêzîkatiya gelan misoger bike, dê mafê gelan nîşanî wan bide.


EKREM BEREKAT/ANHA/QAMIŞLO