Beriya çend rojan pirtûka kampanyaya “Make Rojava Green Again” (Rojava ji nû ve heşîn bikin) bi Kurdî jî derket.

Pirtûk Çileyê sala 2018’an hatibû nivîsandin, di destpêkê de payîza 2018’an bi Inglizî hatibû weşandin. Piştre jî bi zimanên Îtalî, Fransî, Elmanî, Swêdî, Yewnanî û Spanî hat weşandin.

Niha jî pirtûka “Rojava ji nû ve heşîn bikin” li Kurdî û li Tirkî hat wergerandin. Ev pirtûk di malpera internetê ya ‘Black Mosquito’ de dikare weke kaxez bê kirrîn. Li ser vê malperê gelek materyalên din yên li ser Kurdistanê peyda dibin.

Çava ku ji navê pirtûkê de diyar dibe naveroka pirtûkê li ser projeyên avedankirina Rojavayê Kurdistanê xasma jî di warê ekolojîk de.

Yên dixwazin pirtûkê bixwînin dikarin bi rêya van lînkên li jêr wê peyda bikin:

  • Lînka malpera internetê Black Mosquito: https://black-mosquito.org/
  • Lînka kitêbê:  https://black-mosquito.org/de/make-rojava-green-again-kurdi-kurdisch-rojava-ji-nu-ve-hesin-bikin.html
  • Lînka materyalên din yên li ser Kurdistanê: https://black-mosquito.org/de/kurdistan.html

 

 NAVENDA NÛÇEYAN