
Li gorî agahiyên ku ji herêmê bi dest ketine, êrîşên koma girêdayî kesê bi navê Xalid Heyanî, komên bi navê Rebîi El-Erebî, Liwa Selahaddîn û hin komên girêdayî Partiya Azadî yên li hemberî taxên kurdan ên Helebê didomin. Hate gotin ku koma bi navê Dir El-Cebir û komên girêdayî Guraba El-Şam jî tevlî êrîşan bûye û Meclîsa Leşkerî ya Artêşa Azad a Helebê jî piştgiriyê dide êrîşkaran.
Hate ragihandin ku pevçûn li Şêxmeqsud Şerqî, Şiqêf, kolanên 20 û 15’an, derdora Nexweşxaneya Henan dom dikin. Li gorî agahiyan di pevçûnên ku hîn didomin de hejmara kuştiyên çeteyan derketiye 35’an. Her wiha 30 jî birîndar bûn.
Hate diyarkirin ku hêzên YPG û El-Ekrad di şerên şevê din de 2 wesayîtên doçka rûxandine û 4 jî şewitandine.
Ji ber êrîşên komê çete yên bi topên hawanê 3 welatiyên bi navê Mehemed Zekeriya yê 56 sali û ji bajaroka Meerid El-Ertîq a Helebê, Mehemed Sîdo Hisên ê 53 salî Mehemed Mistefa Selman 43 salî ji gundê Hecî Xelîl yê navçeya Racoya Efrînê ku di heman demê de endamê Mala Gel a Eşrefiyê ye jiyana xwe ji dest dane. Di êrîşan de 2 ji zarok 8 welatî jî birîndar bûn.
Li Girê Sipî 7 çete hatin kuştin
Li gundên rojavayê Girê Spî (Til Ebyed) di navbera hêzên YPG’ê û komên çekdar ên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê/Eniya El-Nusra de pevçûn qewimîn. Hate hînbûn ku di encama pevçûnan de 7 çete hatin kuştin û wesayîtek doçka hate rûxandin, wesayîtek jî hatiye derbikirin.
Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, pevçûnên ku li rojavayê Girê Spî di 21’ê Tîrmehê de di navber hêzên YPG’ê û komên çekdar de destpê kiribûn, didomin. Hate hînbûn ku şevê din şervanên YPG’ê li gundê Çelbê çalakiyek bersivdayînê li dijî komên çekdar pêk anîne. Hate gotin ku di encama çalakiyê de kuştî û birîndarên komên çekdar çêbûne, wesayîtek doçka hatiye rûxandin, wesayîtek jî hatiye derbkirin, lê agahiyên zelal nehatin bidestxistin.
Li aliyê din hate ragihandin ku pevçûn li gundên derdora Girê Spî jî cih bi cih didomin. Hate gotin ku di encama pevçûnên şevê din de li gundê Sûdik 2, li gundê Çelbê 2, li gundê Mehmûdiyê 2 û li gundê Bîrkino jî 1, bi giştî 7 endamên komên çete hatine kuştin.
Li Til Koçer 5 gundên din rizgar kirin
Hêzên YPG’ê di çarçoveya “Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Çekjîn” de li herêma Til Koçer di sê rojên dawiyê de, 5 gundên rizgar hatine kirin û 7 baregehên komên çete hatin bidestxistin.
Di çarçoveya ‘‘Operasyona Şehîd Çekjîn a Şoreşgerî’’ de hêzên YPG’ê li derdora Til Koçer rêze çalakî li dijî baregehên komên çete yên Dewleta Îslamî ya Iraq-Şam/Eniya El-Nusra lidar xistin. Di encama operasyona ev sê rojên didome de, 5 gundên girêdayî Til Koçer hatin rizgar kirin û 7 baregehên komên çete hatine bidestxistin.
Di operasyona roja 4`ê Îlonê de hêzên YPG'ê gundê Xilt El Bîr yê 7 km li rojava û gundên Xedan û Mişêrfa yê 5 km bakurî Til Koçerê ne, ji komên çekdar hatin rizgarkirin. Di opersiyonê de nuqteya bi navê "Siriyê" ya li ser sînorê Iraqê ku wek baregeha komên çete dihat bikaranîn hate bidestxistin. Hate hînbûn ku di operasiyonê de 34 endamên komên çete hatine kuştin, wesayîtekî Doçka barkîrî, 3 BKC, Qenasek û 9 çekên kilaşinkof hatine desteserkirin.
Roja 6`ê Îlonê hêzên YPG'ê operasiyonek berfireh lidar xistin. Di Operasiyona ku li derdora gundên Seharîc û El-Seîdiye yên Til Koçer pêk hatin de 7 baregehên komên çete (bendên kontrolê, baregehên sînor û mezra) hatin bidestxistin.
Di heman pevçûnan de gundên Seharîc û El-Seîdiye jî ji komên çete hatin rizgar kirin. YPG’ê di daxuyaniyekî de dabû ragihandin ku wan di çalakiyan de tangek çeteyan derbkirine û wesayîtek doçka ruxandine. Di operasyonê de bi dehan endamên komên çete hatine kuştin, 2 Wesayîtên Doçka jî hatine desteserkirin.
HELEB/GIRÊ SPÎ