Di çarçoveya Rojên Filmên Kurdî de li Frankfurtê çalakiyên hunerî dest pê kir. Di destpêkirina Rojên Filman de qisekeran hemûyan bal bire ser êrişên dewleta Tirk ên li dijî Rojava û îşaret bi girîngiya dilsozî û parastina Rojava kir. Pirraniya filman jî behsa Rojava dikin.
NÎHAL BAYRAM / FRANKFURT
Li bajarê Elmanyayê Frankfurtê bi hevkariya Filmforum Hochst û Meclîsa Jinên Kurd Amarayê “Rojên Filmên Kurdî li Frankfurtê” pêr dest pê kir û bi temamî wê 6 rojan dewam bikin.
Destpêkirina Rojên Filmên Kurdî li Filmforum Hochstê bi muzîka Zerîn Akgul û xwarinên Kurdî dest pê kir. Di dema destpêkirina Rojîn Filman de derhêner Onder çakar û berpirsê Filmforum Hochstê jî amade bû.
Filma yekem a Rojên Filman ku wê heta 16´ê Cotmehê dewam dike, Biryareke Zor bû ku Ender Ozkahraman derhêneriya wê kiriye. Di filmê de yek ji karakteran Eylem e. Ew li Colemêrgê dimîne û di atolyeyeke çêkirina berran de kar dike. Ji bo ku bêvila xwe ya ku li gorî wê nexweşik e, bi meliyateke estetîkê “xweşik” bike, pereyan berhev dike. Lê belê ew bi biryareke zehmet re rûbirû ye. Kekê wê bi bavê wê re şer kiriye û dixwaze biçe nav refên gerîla, wekî din weke hevala wê ya ku dixwazin bi zorê bidin mêr, li dora wê mirov hene û pêdiviya wan bi pereyan heye.
Em dilgiran in
Beriya nîşandana filmê Klaus Peter Roth peyivî û got, “Em niha Rojên Filmên Kurdî didin destpêkirin, lê em dilgiran in. Em dizanin li bajarên Elmanyayê hemûyan îro hemwext li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li rojava çalakî hene. Ev nîşaneke girîng e ji bo raya giştî. Di van Rojên Filman de mijara sereke Rojava û jiyana li Rojava ye.”
Piştre li ser navê Meclîsa jinê ya Amara axaftinek hat kirin û hat gotin, girîng e mirov bibe dengê Rojava; di heman demê de behsa girîngiya karê Komûna Filman a Rojava ji bo vê yekê hat kirin.
Niha Rojava diparêzin
Piştre derhêner Onder Çakar peyivî û got, “Gava ku ez cara yekê çûm Rojava li ser gelek dîwaran nivîsa ´Ez naçim´ hebû û vê gelekî bandor li min kir. Sibe (doh êvarê) ez ê behsa serpêhatiya wan kesên gotî, ´Ez Naçim´ bikim. Min dixwest ez aramtir di nava we de bim. Min dixwest ji we re behsa karê hevalên me yên di Komuna Filman de bikim. Lê devê min li vê nagere. Axir hevalên me yên di Komuna Filman a Rojava de malzemeyên ji bo çêkirina filman birine deverên ewle, û ew jî bi gurçûpêç û çekdar in, ji bo parastina Rojava bi rûkeniya xwe amade ne.”
Çakar paşê xwest her kes çavê xwe ji bo deqîqeyekê miç bikin û got, “Ji bo wan mirovên bêguneh û xweşik deqîqeyekê çavên xwe miç bikin. Bijî Berxwedana Rojava, Berxwedana YPG, Berxwedana YPJ.”
Heta 16´ê Cotmehê
Di rojên filman de îro saet 18.30´î filmên Komûna Filman a Rojava Kêra Koh û Darê Bitenê wê bên nîşandan; saet 20.30´î Belgefilma Fermandar Ariyan ya derhêner Alba Sotorra wê bê nîşandan, heman film 15´ê mehê saet 18.30´î de jî tê nîşandan.
Sibe jî saet 20.30´î filma Hewno Bêreng a Mehmet alî Konar tê nîşandan, heman film 14 û 16´ê mehê (duşem û çarşema bê) saet 18.30´î jî tê nîşandan.
Hemû film wê li Filmforum Hochst (Emmerich-Josef-Straße 46A, 65929 Frankfurt a.M.) bên nîşandan.