Di serdema perwerde û hîndekariya nû de hikumetê qet qala daxwazên zimanê zikmakî nekir. Adnan Avci yê li ser zimanê Lazî lêkolînan dike, diyar kir ku zimanê Lazî bi tinebûnê re bi rû ye û xwest ji bo parastinê zend û bend bên vemalîn.

Adnan Avci li ser ziman û çanda Lazan lêkolînan dike, û dibêje, ji bo zimanek bijî divê bi wî zimanî perwerde bê kirin. Weke mînak jî Avci behsa modela perwerdeya demokratîk a li Rojava nîşan dide.

Avci behsa dersên bin navê “Zimanên Dijîn û Zarava” dike û dibêje, ji derveyê zimanê Tirkî perwerde nîne û wiha dewam dike: “Zimanên din bi polîtîkaya dewletê tên wêderkirin. Her çendî waneyên bijartî hatibin dayîn jî, hişmendiyeke yek alî li holê ye. Di gotina ‘Yek ziman, yek al, yek netewe’ de Lazan jî para xwe girt.” Avci bi bîr dixe ku zimanê Lazî di rapora UNESCO’yê de cih digire û li ber nemanê ye û wiha pê de diçe: “Mirovên temenê wan li ser 30 salî re bi Lazî dizanin, lê nikarin bipeyivin. Ciwanên di bin 30 salî re fêm dikin lê nikarin biaxivin. Heke zimanek ne zimanê perwerdeyê be, saxmana wî ne mumkin e. Ji bo zimanek bijî, divê perwerde bi wî zimanî bê dayîn.”

 

Ne zarava lê ziman e

Avci dibêje, “Saziyên dewletê çavkaniya aborî venaqetînin û ev balê nakişîne. Divê perwerdeya bi zimanê dayikê ji dibistana seretayî heta zanîngehê hebe. Dema hûn li mufredatê temaşe dikin, tenê tiştên der barê Lazan û Derya Reş de, tiştên piçûkxistinê ne.” Avci destnîşan dike ku Lazî wek zaravayekî tê dîtin û bi bişaftinê re rûbirû ye.

Avci perwerdeya bi zimanê dayikê weke mafekî dinirxîne û dibêje, “Li Tirkiyeyê çand û zimanên gelek cuda hene, divê ji ziman û çandên cuda re hurmet bê nîşandan. Li cîhanê gelek welatên pirrzimanî hene û bi gelek zimanan perwerde tê dayîn. Tirkiye yek jî welatên xwedî gelek zimanan e û bi zimanên cuda perwerdeyê nade. Em hêvî dikin ku saziyên sivîl piştgiriyê bidin zimanan û wan bi pêş bixin.”

 

Rojava xwedî pergaleke demokratîk e

Avci tîne ziman ku ji bo zimanê Lazî hewldaneke taybet nîne û dibêje, “Ji bo wê jî em tenê xwe dispêrin saziyên dewletê û wezîrên wan. Ev 10 sal in ku em ji bo perwerdeya ziman di nav hewldanan de ne, lê 10 salên din jî em nikarin bisekinin. Destanên di zarokatiya min de dihatin gotin, parçeyekî jiyana civakî bûn. Niha ji nirxandinekê wêdetir tiştek tine. Lazî tine dibe. Ji bo gavavêtinê pêwîstî bi tiştekî zehmet tine. Li ber serê me Rojava heye û xwedî pergaleke demokratîk e. Her kes bi zimanê xwe perwerde dibe. Divê pergala li cihanê li Tirkiyeyê jî bê rûniştandin û ev hêviya me ye sereke ye.” 


 MA / STENBOL