Serokê Desteya Rêveber a Kantona Kobanê Enwer Muslim destnîşan kir ku gelê Rojava di şerekî dijwar re derbas bûye lê hinek dixwazin niha herêmê vala bikin. 

Serokê Desteya Rêveber a Kantoan Kobanê Enwer Muslim derbarê mijara koçberiyê de axivî û got: “Ev destkeftî bi berxwadanê çêbû, em niha ji nû ve ava dikin û bi derfetên kêm diafirînin, lewre divê em xwedî lê derkevin, bila tu kes welatê xwe neterikîne.”

Enwer Muslim diyar destnîşan kir ku beşek ji gelê herêmê yê ku ji ber êrîşên çeteyan neçar mabû koçber bibe, vegeriyane, lê hinekan jî berê xwe daye dewletên derve û di riya van welatan de heta niha bi sedan kesan jiyana xwe ji dest dane.


‘Em ê bi hevre ava bikin’

Muslim got ku ew li hemberî vê reşwa ku wan xemgîn dike, di nava hewldanan de ne û wiha dom kir: “Kobanê ji her alî ve tê avakirin. Bila gelê me vegere ser axa xwe. Çi kêmasî hebin jî em ê bi hev re çareser bikin. Welat welatê me ye û tirsek nemaye. Parastina herêmê pêk tê. Rojavayê Kurdistanê di şerekî dijwar re derbas bû ye, lewre zor û zehmetî hene, lê jiyan ranewistiyaye. Heta niha zêdetirî 145 hezar gelê Kobanê vegeriya ser axa xwe. Hewildanên me di warê peydakirina pêdiviyên jiyanê de berdewam dikin. Niha amadekariyên perwerdeyê tên kirin. Di dema pêş de li gundên Kobanê wê genim ji bo çandiniyê were belavkirin. Mazot jî tê peydakirin û em hewl didin ku di dema pêş de buhabûna wê kêm bikin. Dîsa rojeya belavkirina sewalan li Kobanê wê di dema pêş de pêk were. Zehmetiyên ku gelê me li Kobanê dikişîne wê roj bi roj kêm bibin.”


‘Divê em xwedî lê derkevin’

Enwer Muslim bi bîr xist ku gelê Rojavayê Kurdistanê gelekî berxwedêr e û bi xaka xwe ve girêdayî ye, lewre hêz û derdorên xêrnexwaz tişta ku nekarîne bi şer pêk bînin, dixwazin bi polîtîkayên valakirina herêmê pêk bînin û wiha pêde çû: “Bi riya terora DAIŞ’ê hewl dan ku serweriya xwe li ser vî gelî ferz bikin, lê ev hêza terorîst li Rojavayê Kurdistanê têk çû. Piştî evqas şer û zehmetiyan gelê herêmê dîsa dest ji axa xwe berneda û vegeriya. Ji ber vê yekê propagandayên reşkirinê û valakirina Rojava tê meşandin. Niha destkeftiyên herêmê hene û divê bêne parastin. Ger ku em hemû derkevin dervayî welat û em bêjin axa Rojava, wê demê hewce nakê em li ser Rojava bigirîn.”

Muslim bal kişand ser keştiyên ku dewletên Ewrûpayê ji bo penaberên li ser Deryaya Spî şandine û ev tişt anîn ziman: “Ger ku dewletên Ewrûpayê dixwazin destek bidin penaberan, bila derfetên jiyanê li ser axa wan peyda bikin. Niha li Kobanê derfetên jinûve avakirinê destpê kirine. Ger Ewrûpa dixwaze bila dibistanan ji zarokan re ava bike, ne piştgirî bidê ku dest ji axa xwe berdin. Dijminên Rojava ji xwe dixwazin vir vala bikin, naxwazin gel mafê xwe yê rewa bi dest bixe. Bi taybet di çapemeniyê de propogandayên bi vî rengî dikin. Hêviya me ew e ku Saziyên Mafên Mirovan û hêzên navnetewî di vê mijarê de bihîstiyar bin.”

Serokê Desteya Rêveber a Kantoan Kobanê Enwer Muslim di dawiya axaftina xwe de gotina pêşiyan a wekî “Zikekî nîvtêr, ji qesir û avahiyên xeribiyê çêtir e” bibîr xist û û got: “Pêwîst e em welatê tê de dijîn bernedin. Welatê xeribiyê nabe welatê me, li vir ax axa te ye bila gelê me vegere û cihê xwe di nav avakirina Kobanê de bigire.”  



KENDAL CÛDÎ/ANHA/KOBANÊ