Li Manhattana New Yorkê îro saet 18:30´an dîmen û wêne wê ji Rojava bên nîşandan û li ser têkoşîna jinên Kurd guftûgo bê kirin. Koma çalakiyê li Martin E. Segal Theatre Center li dar dixe, dibêje, Gelek femînîstên Emerîkî Rojava ji wêne û dîmenên şervanên jin nas dikin û wiha dewam dike, “Lê belê tevgerên din ên çepgir jî, di ava wan de berê endamên jin û şervanên jin hebûn. Ya ku Tevgera Azadiyê ya Jinên Kurd cihê dike çi ye? Werin û li bersiva vê pirsê bigerin di danîşana belgefilma 25 deqîeyî ya bi navê “Syria: Rojava, the Women’s Revolution (Sûrî: Rojava, Şoreşa Jinê)” de û di gotar û guftugoya serbest de.”
NEW YORK