Dewleta Tirk li ser hemû astî şerekî topyekûn yê man û nemanê li dijî gelê Kurd dimeşîne. Pîlana AKP’ê ya dagirkirina Rojava ku ev 5 sal amedekarî jê re tê kirin, kete pratîkê. Artêşa dagirker ya Tirkiyê bi dehan tank û wesayetên zirxî ket bajarê Cerablusa Rojava. Li gel xwe, artêşa Tirk ya dagirker, çend komên çete yên girêdayî muxalefta Sûriye bi xwe re bir. Ev kom piraniya wan ji pêkhateya Turkman pêk tê û ji aliyê MIT a Tirk ve ji bo şerê Kurdan û Rojava ev çend sal tê perwerdekirin. Jixwe ev komên çete li Taxa Şêx Meqsûd ya Helebê bi dehan Kurd kuştine û ji bo xwe tenê hebûna Kurdan hedef dibînin.

Hemû cîhanê teyatroya qaşo “azadkirina Cerablusê” ji aliyê artêşa Tirk ve dît. Çawa ku di çend saetan de DAIŞ bajar teslîmî artêş û çeteyên AKP’ê kir û berê xwe da bajarê El Babê ji bo xwe li dijî hêzên QSD amede bike. Li gorî hin agahiyan gelek çeteyên DAIŞ cilên xwe guherîn û tevî nava hêza çeteyên AKP’ê bûn. Dema sivîlan dît ku tankên artêşa Tirk derbasî nava bajêr bûn û berê xwe dan gundên di navbera Cerablus û Minbicê de, wan xwe dan hev û ji ber artêşa dagirker reviyan. Belafirên şer yên Tirkan dest bi bombekirina karwanên penaberan kir. Di encama 3 bombebaranan de bi qasî 70 welatiyên bê sûc, piraniya wan zarok û jin, hatin kuştin. Ev hemû kuştî ji pêkhateya Ereb bûn. Lê medya Ereban dengê xwe nekir. Hewl da vê komkujiyê binixumîne û AKP’ê biparêze. Ev yek jî ji helwesta dijminane ya medya Ereb li himberî Kurdan tê. Lê tevî vê yekê jî, dîsa dîmenên kuştiyan cihê xwe di çapemeniya cîhanî de girt û hat gotin ku artêşa Tirk gelek sivîl li Cerablusê kuştine. Her weha çapemeniya cîhanî dîmenên mahfkirina 3 tankên artêşa AKP’ê ya dagirker jî weşand.

AKP’ê hewl dide bi hemû hêza xwe Ereban li dijî Kurdan sor bike û şerekî navxweyî yê bi xwîn ku 100 salî xelas nebe, peyda bike. Heta niha ew di vê hewldana xwe de bi ser neketî ye. Divê hemû komkujiyên ku AKP’ê li dijî gelê Ereb kiriye û kuştina Serokê Meclisa Eskerî ya Cerablusê Abdulsetar El Cadir, ku kurê yek ji mezintrîn eşîreyên Ereba ye, bête gotin û dubarekirin. Divê dijminayetiya AKP’ê ya dij gelê Ereb were eşkerkirin û hemû kes vê dijminayetiyê nas bike.

Helwestên Emerîka li dijî dagirkeriya artêşa Tirk cihê şermezariyê ye. Di dema ku artêşa AKP’ê û çeteyên wê axa Rojava dagir dikin û komkujî li dijî gel dimeşînin de, Emerîka çavê xwe digre û ji hêzên QSD dixwaze ku ew xwe ji bo azadkirina Reqayê amede bikin! Ev yek qet nabe. QSD ne hêzek kirêkirî ye. Ew hêzek şoreşger ya parastina gel e. Eger Emerîka bixwaze ku ev hêz li dijî terorê bixebite û demokratî û mafê pêkhatiyan û jinê biparêze, divê ew zextê li hikûmeta Erdoganê qatil bike, da ku ew dawî li dagirkeriya xwe bîne û destekê bes bide hêzên DAIŞ û komên çeteyan. Bila Emerîka û Rûsiya bizanibin ku QSD hêzek serbixwe ye û ew li gorî talîmatên kesekî nameşe. QSD dê li himberî dagirkeriya dewleta Tirk bersivek eskerî ya dijwar bide û ew guh nade tu aliyê ku dixwaze li ser hesabê Rojava û xwîna pêkhatiyên wê bazarê bike.

Berxwedana Kurdan li dijî AKP/Dewleta Tirk divê li gorî dijwariya vî şerî be. Divê AKP bersiva van hemû komkujiyan bibîne. Niha AKP di warê aborî û diplomasî de tengav e. Loma divê sûd ji vê qelsiya AKP were dîtin û Kurd û tevgera xwe bi hemû hêza xwe tekoşîna jiholêrakirina AKP bikin. Divê sûd ji nakokiyên hêzên derve yên bi AKP´ê re were girtin. Divê kezeba AKP´ê bişewite, wek çawa ku wê ya Kurdan şewitandiye. Li Rojava jî divê yekîtiya Kurd û Ereban di nava xweseriyê û hêzên QSD´ê de were xurtkirin. Divê helwesteke xurt li hember hevkar û peyayên AKP´ê yên bi navê ENKS´ê were nîşandan. Divê ti derfet ji bo van casûs û hevkarên AKP´ê neyê dayîn ku Rojava ji hundir ve xera bikin. Şerê Kurdan û AKP´ê wê bi têkbirina aliyekî bi dawî bibe. AKP ya hewl dide ku Kurdan dîsa 100 salan bindest bihêle, divê ji holê bê rakirin û dewrî çopa dîrokê bibe.