Hevserokê Meclîsa Damezirîner a Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyeyê Mensûr El- Selûm got ku ew ê meha bê sîstema federaliyê îlan bikin û di mehên pêş de jî Meclîsa Federaliya Demokratîk damezirînin.El-Selûm bal kişand ku projeya wan ji gelek aliyan ve rastî êrîşan tê û îdîa dikin ku ev projeyeke parçebûnê ye, ji ber vê yekê ew projeyê ji hemû beşê civakê re şîrove dikin.


Bêyî gel biryaran nastînin 

El-Selûm got ku ew bêyî vîna gelê xwe tu caran biryaran nastînin û di hemû biryaran de nêrîn û pêşniyarên gelên herêmê di ber çavan re digrin. Her wiha El-Selûm got ku komên wan li gorî bernameyekê li her sê kantonên Rojava xebatan didin meşandin.


‘Em ê meha bê federaliyê îlan bikin’

El-Selûm diyar kir ku ew meha bê ango Cotmehê wê bi Meclîsa Rêveber û Meclîsa Zagonsaz ên Kantona Cizîrê re rûnên, reşnivîsa Hevpeyman Civakî nîqaş bikin, guhertinên pêwîst jî bikin û projeya Federaliya Demokratîk fermî ragihînin.


Di dema pêş de hilbijartin hene

Her wiha El-Selûm anî ziman ku amadekariyan dikin da ku di nava mehên pêş de, Meclîsa Federaliya Demokratîk hilbijêrin. Derbarê vê yekê de El-Selûm wiha peyivî: “Hilbijartin giştî ye. Wê ji jêr ve pêk were, ango ji komînan destpê bike. Tenê ev gel dikare çarenûsa xwe diyar bike. Meclîsa Yekîtiya Demokratîk a Rojava-Bakûrê Sûriyeyê wê bibe nûnerê vî gelî.”


Armanc Neteweya Demokratîk e

El-Selûm derbirî ku ji hikmên navnedî bi dehan salan gelan gelek êş û azar dîtine û wiha axivî: “Em dixwazin ku gelê Rojava xwe bi xwe birêve bibe, armanca me avakirina Neteweya Demokratîk û pêşxistina biratiya rasteqîne ye. Em dixwazin ji herêmê re bibin mînak û hemû rêbendên ku hevpeymana Syks-Picot li ser gelê me ferz kiriye, bişkînin. Em dixwazin ku tevgera me bibe tevgereke civakî û civakeke durist ku tê de aştî, hezkirin û biratî hebe, ava bikin.” 


 ANHA/DÊRIK