Rojava yekîtiya xwe xurt dike
Fermandarê Giştî yê QSDê Mezlûm Ebdî berî bi demekê înîsiyatîfeke yekîtiyê li Rojavayê Kurdistanê da destpêkirin. Herçiqasî beşekî bi ser ENKSê bi hevdîtinên xwe yên bi rayedarên dewleta Tirk re ev pêvajo proveke kir jî hewldanên di vî warî de dewam dikin.
Îro înîsiyatîfeke din ji bo palpiştiya vê hewldanê ket nava tevgerê û çû serdana fermandariya QSDê. Şande ji parêzer, bijîşk û mamosteyan pêk tê.
Şandeyê bi partiyên siyasî yên li Rojava hevdîtinan pêk bîne. Di vê çarçoveyê de wê hevdîtinan bi PYD û ENKSê re pêk bîne.
Li biryargeha QSDê şande ji aliyê Mezlûm Ebdî, berdevkê YPGê Nûrî Mehmûd û berpirsê buroya Ragihandina QSDê Mistefa Balî ve hat pêşmazîkirin.
Wexta nûçeya me dihat amadekirin hê der barê naveroka civînê de daxuyaniyeke fermî nehatibû dayîn. QAMIŞLO