2 sal bûn çeteyên DAÎŞ´ê li hemberê Rojava bi hemû rêbazên hovane êrişkirin û dikin jî, lê beşek ji rayederên hikûmeta herêmê digotin van çeteyan êrişê me nakin, emê şer neynin nava mala xwe. Li hesabê wan Rojavayê Kurdistanê ne mala wan bû, paşî bi êrişa DAÎŞ´ê li ser Misûlê têra xwe henekê xwe bi arteşa Îraqê kirin ku berxwe nedaye û bazdan û paşî pêşmerge cihê wan tije kirine. Bi vî rengê qaşo madeya 140 a 8 salin di rojevê da ye êdî otomatîk pêkhatiye û hemû herêmên ji Kurdistanê hatine veqetandin vegeriyane û dema refrandom li ser serxwebûna Başûr û avabûna dewlet hatiye. Lê DAÎŞ´ê berî êrişî Şengalê bike PDK li vî bajarê bazda û Kurdên Êzîdî bi qedera xwe re hişt ne tenê Şengal çeteyên DAÎŞ´ê 20 Km nêzî Hewlêrê bûn. Ew dem rayedarên hikûmeta Başûr ku piranî ji PDK ne, di hesabê xwe de wê Tirkiye balafirên xwe rake û tek tek van çeteyan bide ber bombeyan û wê bi lez alîkarî bişanda. Lê Tirkiye ne wan dît, ne jî alîkarî kir. Kuştina sedan kurdên Êzîdî û heta koçberbûn û kuştinên hezaran Tirkmenên Telefer şermezar bike û hîn jî di civînên navnetewî de yek ji welatên kû naxwaze koalîsyona navnetewî li hemerberê DAÎŞê îmze bike Tirkiye, ji alîyekî bimîne ku Tirkiye bi xwe alîkarî sereke a çeteyên DAÎŞ´ê dike û ev jî bi belge hatiye îspat kirin. Tirkiyeke ku hikûmeta Başûr pê re peymanekî 50 salan a derxistina petrolê îmza kirine niha ne amadeye ku baregaheyên wî ji bo lêdana DAÎŞ´ê were bikaranîn ji alî Emerîka. Lê piştî ew qasî bûyer mirov dema li hevpeyvîna bi Fuad Husên serokê dîwana serokayetî herêma Kurdistanê bi rojnameyeke Tirkan re binêrê dema dibêjê “ Tirkan me bê hêvî kirin “ mirov hêjaye jê re bêjê “ Rojbaş “ . Ew dostên we a ku hun li Amedê ji bo destek dayîna AKP bi “paverotiyê Kurdan” re we jê re li çepkan dixist û konsêrtan dide niha qaşo piştî xwe da ye we. Mirov nizane ji siyastmedarên wisa bikene û bigirî? Mirov nizane çi ji wan re bêje, lê bi rastî rewşek tirajîk e, bi ser gelê Kurdên Başûrê Kurdistanê ve anîn. Şaşitiyên dîrokî a vî siyasetê ne tenê ewe, di dema qala pêkanîna madeya 140 a destûra Îraqê dikirin, lê ji bo vegerên Bexdadê û di hikûmeta Îraqê re  beşdar bibin di listî daxwaziyên xwe de yek ji xalên daxwaziya xwe nivisandina mercê pêkanîna madeya 140 bû. Lê a komîk ew dema rayedarên 5 aliyên Başûrê Kurdistanê ku perlemantarên wan li Perlemana Îraqê hene, li Silêmanî di 8 Îlonê de li hev civîyan ji bo ku daxwaziyên Kurdan formîle bikin, lê Heyder Ebadî serok wezîrê nû yê Îraqê di weşana zindî de kabîneya xwe ragehand û wezîran jî dest nîşankir bê ku Kurdan haya wan ji çewaniya pêkanîna vê kabîne û wezaretan hebin. Hêzên siyasî a Başûrê Kurdistanê 3 mehan ji bo Ebadî dene ku daxwaziyên Kurdan pêkbîne, lê ti peymaneke nivîskî nîne ku hikûmeta girêdayî van şertan bike.

Niha ewqasî şikestinên siyasî heye mirov nizane qala kîjan bike û kîjan neke, mirov navê wê lê bike felaketa siyasî belkî wataya xwe baştir bide. Ev felaketa siyasî encamê şikestina qada serbazî a li Şengal û Misûlê ye, yên li qada serbazî de nekarin li hemberê dijminê xwe şer bikin nekarin li ser maseye muzakere jî maf bixwazin. Niha jî hem felaket bi rêbaza medya bi tiştên din pîne diken, mînak “ serok komarê Ferense Cara yekemîne lingê xwe dixe ser erda Kurdistanê”, gelo bîr kirine ku hêzên navnetewî ew qasî bê hisab naçin ti derekî? Van hêzên navnetewî bi dehan sazî û dezgehên wan a tink tank û navendên wan a setratîjî hene ku siyaset û berjwediyên xwe xêz dikin û wisa dîplomasî birêve dibin, lê yên hikûmeta Başûr xwelî dikin çavê gel û wisa nîşan didin ku ev encamê siyaset û diplomasiya me ye ku me wan kaşê Kurdistanê kiriye, ev şêwaza siyset kirin a bê hesab ji bilî trajedî ti tiştek ji bo gelê Kurd nayîne. Zihnîyeta kû parastina hevpar a Kurdistan nabîne û heta şehadeta gerîlayan û hebûna parastina hevbeş înkar bike wê çi pêşerojeke ji bo gel misoger bike? Ji xwe êdî gel ne bi hêvî ye ku ev zîhniyet misogerbûna mafan bîne. Gel ji vê şêwaza bi rêvebirina siysetê bê hêvî bûye, mînak herî baş Kurdên Êzîdî û Kakeyîn ne ku niha êdî bi alîkarî û piştevaniya hêzên HPG/YJASTAR yekînên xwe ava dikin û bi pêşmerge re di nava çeperên berxwedanê ne.
Tekane tiştêkî li Başûrê Kurdistanê were kirin ewe ku divê ev şêwaza siyasetê berçavan were derbaz kirin û were sererastkirin. Ew jî encax bi zexta gel û hêzên netewî û di pilatformeke netewî dibe, ew jî bi nêrîna min nêzî ne mumkin e.