Rojek hil tê ji rojhilatê... Ew roj ku, çirk bi çirk, deqîqe bi deqîqe, Saet bi saet, roj, hefte, meh, sal, dehan sal, sedan sal, hezar sal, ne hezarek jî hezaran sal e ku em li bendê bûn, tê. Bi hilanîna vê rojê, bi vebûna vê tavê, diyare ku dê jiyan biguhere. Tevda jiyan... Jiyana xwezayê, jiyana civatê, jiyana ajal û însan tevda...
Ji ber ku, ne tenê zindiyek, temam zindiyên ku li ser xwezayê dijîn, yên ku bêhn digirin û nefes didin, yên ku dimeşin, dixuşin, difirin, bazdidin û difilitin, yên ku bi aqil in û bêaqil in, yên ku şer dikin û biîzan in, yên ku difikirin û dinivîsin, hemû zindiyên ku roj li ser wan dide, hemûyan benda vê rojê bûn. Ew roj hilat, li rojhilatê..
Bi vê rojê, her pirîska jiyanê, dê ji nû ve jiyana xwe bide destpêkirin. Jiyan dê ji nû ve were jiyîn. Pîvanên jiyanê dê ji nû ve were damezrandin. Di bin vê rojê de pîvanên berê nikare bêhna xwe hilde, her çiqasî qirêjî, çiqasî reşitî, her çiqasî tarîtî hebin, dê bi lez heqîbê xwe ya kevn li stuyê xwe dardabikin û birevin, biçin. Di bin vê roja nû de ji her kesî, her zindî û ji her bêhn, her reng, her ramanê re, her nirxê re jiyan heye lê, bi pîvanên berê ve, tarîtî û neyartî re rê teng e, tenha rê nîn e. Bi vê rojê ve qulikek jî bê tav namîne û nirxên jiyana berê nikare bêhn bigire. Rojeke bi vî rengî hil tê, ji rojhilatê...
Rojek hil tê, ji rojhilatê, ku ew roj, ew ronahî ku li aso xwe dide xuyandin, bi kedê tê... Bi xwîdanê afiriye... Bi raman av girtiye, ronahiya xwe bi êşê xemilandiye, bi zehmet germahî peyda kiriye, bi muzîk, bi şano, bi awaz şîn bûye... Ji ber wê jî, bi xwezahiya xwe ya her kesî ye... Ji her olî, ji her bawerî, ji her çandî, ji her rengî, ji kevir û daran, ji çem û mêrgan e... Xwedîderketin û ji xwe re girtin bê îmkan e... Ew roj ku ji rojhilatê vedibe, rojeke wisa ye...
Vaye sal bû 2014 û li rojhilatê rojek hil tê... Ev hilanîn, hilanîna jiyaneke nû ye. Li bakûr, başûr, li rojava û li rojhilat temam tav e...
Rojek hil tê ji rojhilatê...