Rojeke azad baştir e ji koletiya sedsalan
Bi sedan şêniyên navçeya Til Koçer a Qamişlo daketin qadan û tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û kiryarên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêma Efrînê şermezar kirin. Şêniyan di meşa xwe de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên bi nivîsa “Azadiya Ocalan azadiya gelan e” hildan. Piştî meşê yek ji rêveberên Kongreya Star Mûna El-Mizil axivî û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û got ku ew ê heta dawiyê şopdarê riya felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bin. Her wiha Mûda di axaftina xwe de kiryarên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî gelê Efrînê şermezar kir. Li ser navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Cizîrê jî Mezlûm Yûsif axivî û got, “Heger em rojekê azad bijîn baştir e ji sed salên di bin desthilatdarî û koletiyê”
ANHA/QAMIŞLO