KCK: Ev nêzîkatiya ku di şexsê Sefîn Dizeyî de şênber bûye, hem ji aliyê zîhnî, hem jî ji aliyê siyasî ve heqaretek e li her çar parçeyên Kurdistanê, heqaretek e li nirx û dîroka têkoşînê ya Kurdan.

KCK’ê derheqa dagirkeriya dewleta Tirk de ya li ser Başûrê Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî weşand û bang li hikûmeta herêmê, hemû hêzên Başûr û PDK’ê kir ku li ber êrişan rabin.

Komîteya Têkiliyên Derve ya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) li ser hewla dewleta Tirk a dagirkirina Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek weşand. KCK´ê got, qedera têkoşîna gelê Kurdistanê ya li çar parçeyên Kurdistanê yek e, û bi vî rengî pê de çû: “Ev têkoşîn sedema hebûnê ya hemû rêxistinan e û hebûna hemûyan qewîn dike.

Tifaqa AKP-MHP’ê piştî êrişên qirkirinê yên li Cizîr, Nisêbîn, Sûr, Şirnex û Efrînê, niha jî dest bi êrişên dagirkirina Başûrê Kurdistanê kiriye. Îdîa dikin ku ‘armanca van êrişan Kurd nînin, PKK ye’. Lê belê ev îdîa ji bilî demagojiyeke qirêj a mêhtingeran ti wateya xwe tine. Jixwe, PKK tevgerek e ku ji ewladên gelê Kurd ên ji çar parçeyan pêk tê. Gelê Kurd jî bi PKK’ê û saziyên xwe yên siyasî û civakî yên li her parçeyî bûye xwedî îrade. Lewma li kîjan parçeyî dibe bila bibe, êriş li kîjan tevgereke ku îradeya azadiyê ya Kurdan temsîl dike bê kirin, ew êriş li dijî gelê Kurd bi xwe ye. Ti demagojiya mêtinger nikare vê rastiyê binixumîne.”

Hay ji vê rastiyê hebin

KCK’ê bi bîr xist ku gelê Kurd, partiyên siyasî, rêxistinên civakî yên sivîl û saziyên civakî yên li Başûrê Kurdistanê hay ji vê rastiyê hene û got, “Bi vê bîr û baweriyê li ber dagirkeriya TC radibin. Pirraniya partiyên siyasî bi daxuyaniyên xwe, rêxistinên civakî yên sivîl û gelê me jî bi çalakiyên xwe helwêsta xwe nîşan didin. Lê belê ya ku diviyabû beriya her kesî helwêsta herî tund nîşan bida, hikûmeta Başûrê Kurdistanê ye. Lê hikûmet helwêsteke zelal nîşan nade û bi hin daxuyaniyên ku li ser navê wê hatine dayin, êrişan û dagirkeriyê rewa dike.”

Rojekê bi tenê jî ji bo TC negotine ´dagirker e´

Her wiha KCK’ê daxuyaniyên endamê polîtburo yê PDK’ê Sefîn Dizeyî jî bi bîr xistin ku digot, dewleta TC ji ber PKK’ê êrişî Başûrê Kurdistanê dike û wiha pê de çû: “Ev daxuyanî beriya her tiştî hewldana wê yekê ye ku dixwaze êrişên dagirkeriyê yên li dijî Başûrê Kurdistanê rewa bike, mîna tiştekî baş nîşan bide û di vê mijarê de têkiliyên xwe yên bi TC re veşêre. Bi vê armancê, kanala televîzyonê CNN Turk a ku şer sor dike, anîn Başûrê Kurdistanê, ji bo propaganda şerê taybet kir ku malzemeyan ji xwe re kom bike û li gundê Bermizê jî sifre ji dagirkeran re raxistin. Yên ku bi salan e dibêjin, ‘Bila PKK ji Şengalê derkeve, bila PKK ji Başûr derkeve’, rojeke bi tenê jî ji bo TC negotine, dagirker e, negotine bila tavilê ji Başûrê Kurdistanê derkeve. Ev yek rewşeke manedar e. Ev nêzîkatiya ku di şexsê Sefîn Dizeyî de şênber bûye, hem ji aliyê zîhnî, hem jî ji aliyê siyasî ve heqaretek e li her çar parçeyên Kurdistanê, heqaretek e li nirx û dîroka têkoşînê ya Kurdan. Di vê êrişê de, ji zerara ku ji ber êrişê rû didin, dijmin berpirsyar nîşan nadin. Radibin gel û rêxistina ku li dijî êrişan li ber xwe dide, berpirsyar nîşan didin. Li gorî vê zîhniyetê, heger gelê Başûrê Kurdistanê ji bo maf û azadiya xwe li ber xwe nedabûya, ne Enfal dihate kirin, ne komkujiya Helebceyê dihate kirin. Lê belê, xwediyê vê zîhniyetê divê zanibin; heger di dema Enfalê, Helebçeyê û Raperînê de gelê Kurdistanê li ber xwe nedabûya û berdêl nedabûya, ew bi xwe jî niha tine bûn.”

Di referandûmê de rûpoşa wan ket

KCK’ê îşaret bi têkoşîna gelê Kurdistanê ya hevpar kir û got, pêwîst e, her kes zanibe ku qedera her çar parçeyan yek e. Daxuyaniya KCK’ê bi vî rengî dewam kir: “Eşkere ye ku koalîsyona AKP-MHP’ê ya faşîst dijminê hemû rêxistinên Kurdan û gelê Kurd e. Gelê me û partiyên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê ev rastî herî baş di pêvajoya ‘referandûmê’ ya Başûrê Kurdistanê de dîtin. Ji ber vê yekê, em bang li hikûmeta Başûrê Kurdistanê û PDK’ê dikin ku li ser bingeha vê rastiyê helwêstê li dijî mêtingerî û dagirkeriyê nîşan bide. Gelê me li bendê ye ku ev helwêst li dijî dagirkeriyê be, li aliyê berxwedanê be.

Bêguman gelek partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl, saziyên jin û ciwanan ên îradeya gelê me yê Başûrê Kurdistanê tesmîl dikin û gelê me bi xwe, li dijî dagirkeriyê helwêst nîşan da. Ev helwêst ji bo me gelekî hêja ye û em wê silav dikin. Lê belê qonaxa heyî nîşan dide ku ji nîşandana helwêstê wêdetir pêwîstî bi çalakiyan heye. Lewma em bang li hemû hêzên siyasî û civakî dikin ku helwêsta xwe tund bikin û çalakiyên xwe geş bikin. Em ê tevî gelê xwe û dostên xwe li dijî êrişên dagirkeriyê berxwedana xwe geş bikin û li ser vê bingehê gelê xwe silav dikin.”

 

ANF/BEHDÎNAN