Li Hamburg ê Kurdistaniyan û dostên wan serketina Kobanê pîroz kirin. Bi sedan kesên li ser banga jinên PYD’yî li semta Altona kom bûn, tevî baranê jî bi dirûşman, govend gerandin. Parlamentera Partiya Çep a Hamburg Cansû Ozdemîr û  Parlamentera berê ya BDP’ê ya Wanê Fatma Kurtalan jî ku beşdarî mîtîngê bûn, di axaftinan de azadkirina Kobanê hat pîrozkirin û berxwedana Şengalê hat silavkrin. 

Li Dusseldorfê bi sedan Kurdistanî û dostên wan ên li Apolloplatzê hatin cem hev, azadkirina Kobanê pîroz kirin. Di axaftinên li pîrozbahiyê de hat destnîşankirin, ku azadkirina Kobanê encama têkoşîna neteweya Kurd a li dijî paşverûtiya herêmê ye.

Kurdistaniyên li bajarê Duisburgê yê Almanyayê dijîn serkeftina Kobanê pîroz kirin. Kurdistanî û dostên wan li Navenda Çandê ya Kurdan a Duisburgê li hev kom bûn û azadkirina Kobanê ji çeteyên DAIŞ’ê pîroz kirin. Pîrozbahî piştî axaftinan bi govend û stranan bi dawî bû.


Li Hollandayê pîrozbahî

Li navendên Arnhem, Den Haag, Amsterdam û Rotterdam ên Hollanda aktîvîteyên ji bo Kobanê didomin. Di aktîvîteyan de hat diyarkirin ku projeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo mirovatiyê alternatîfeke.

Di aktîvîteya ku duh li bajarê Den Haag hat lidarxistin, Hevseroka KCD-E Dilşa Osman got, “Şerê bi dijmin re didome. Kurd ne Kurdên berê ne. Kurd vedigerin rastiya xwe. Li Kobanê xwîna şervanên YPG/YPJ û pêşmergeyan, parçeyên Kurdistanê rijiya. Em ê wan ji bîr nekin.” Parlamenterê Partiya Sosyalîst (SP) ê Hollanda Harry van Bommel jî got, “Bila serketina Kobanê pîroz be. Kobanê bû sembola piştevaniyê” û xwest PKK, ji “lîsteya rêxistinên terorê” bê derxistin. Ji YNK’ê Seyîd Elî, ji PDK’ê Elî Hîrorî û ji TKP/ML’ê jî peyam hatin şandin.

Hat dîtin ku çapemeniya Hollanda jî eleqeyeke zêde nîşanî aktîvîteya pîrozbahiyê dike.Kurdistaniyên li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Arnhem hatin gel hev serketina Kobanê pîroz kirin. Di pîrozbahiya Kobanê ya li Amsterdam jî Kurdistanî û dostên wan beşdar bûn.  Serketina Kobanê li Rotterdam jî wê roja Şemiyê saet 18.00’an li Navenda Civaka Demokratîk a  Rotterdam bê pîrozkirin.


Li Awûstûrya  û Fransa coş didome 

Kurdistaniyên li Awusturalyayê dijîn li Navenda Civaka Demokratîk a Kurdan a Victoriayê li hev kom bûn û azadkirina Kobanê pîroz kirin. Şahiya ji aliyê Yekitiya Jinên Kurd ên Awustralyayê ve hate organîzekirin bi beşdariya bi sedan kesan pêk hat.Komelaya Çandê ya Anatolyayê, Komeleya Çandê ya Tirkiyeyiyan û Hêzên Sosyalîst jî tevlî pîrozbahiyê bûn. Pîrozbahî bi govenda li ber dihol û zirneyê dawî bû.

Kurdistaniyên li herêma Côte d’Azur ya başûrê Franseyê dijîn, li bajarê Niceyê li hev kom bûn û azdakirina Kobanê pîroz kirin. Kurdistaniyên li bajarê Draguignanê li hev kom bûn bi karwanekî ji 100 wesayitan pêk dihat ber bi Niceyê ve bi rê ketin. Girseyê alên PKK, PYD, YPJ û YPG’ê û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hilgirtin û li bajarê Niceyê tûr avêtin. Kurdistaniyan piştre li navenda bajêr mitîngek li dar xistin. 


NAVENDA NÛÇEYAN