MEHMET ZAHÎT EKÎNCÎ / HAMBURG
Di salvegera wefata sînemagerê Kurd Yilmaz guney a 35´an de li Hamburgê festîvaêa filman tê organîzekirin. Di çarçoveya festîvalê de wê ne tenê film bên nîşandan, lê belê her wiha çalakiyên mîna sempozyum û bibîranînê jî hebin.
Pêkhênerên ATIK-Hamburgê wê pêşî bi şîara “Li dijê nijadperestiya li Ewrûpa gij dibe, em Yilmaz Guney bi bîr tînin” şevekê li dar bixin. Ev şev wê 22´y Îlonê li Delphi Showpalastê çêbe. Li vir hunermend Mehmet Ali Alabora, Arzu Şahin, Koroya Jinan a Hamburgê ya Yenî û Grup Cemre wê derkevin ser dikê. Parêzer Gabriele Heinecke jî weke axaftvan wê beşdarî şevê bibe.
Yek hebû û yek tinebû jî heye
Herçî rojên filman ên ji bo Yilmaz Guney in, ev cara 8´an e ku tên organîzekirin. Îsal bi navê Rojên Filman ên Yilmaz guney ji 26´ê Îlonê heta 29´ê Îlonê wê dewam bikin. MIG-Zentrum van rojan organîze dike û film wê li hola Kino 3001 a li semta Sternschanzeyê bên nîşan dan.
Komeleya Interkulturelle Denk Fabrik jî şirîka organîzasyonê ye. Di rojên filman de wê filmên Gumuş kapi (Deriyê zîvîn), Pantor, Guvercin (Kevok), Korku (Tirs) û Yek hebû yek Tinebû bên nîşandan.
Huner li sansûrê nasekine
Di çarçoveya çalakiyan de derhêner û produktor Rabia Koç, Nihat Durak,Tahsin Ozmen, Banu Sivaci, Sophia Ayiş û Kazim Oz jî wê amade bin. Di roja dawî ya rojên filman de bi navê “Huner li sansûrê nasekine” sempozyumek tê organîzekirin.
Derhêner Kazim Oz û şanoger Levent Uzumcu beşdarî sempozyûmê dibin ku saet 13.00´an li semta Sternschanzeyê li dibistana li navnîana Altonaer strasse 38, wê çêbe.