Di jiyana gerîlayan de girîngiya bernameyên çand û hunerê gelek mezin e û ji ber vê yekê jî gerîlayan elaqeyeke mezin nîşanî vê lîstika şanoyê da. Nexasim jî şervanên nû, li her dera ku çûnêbi elaqeyeke mezin temaşeyî lîstikê kirin. Gerîla şoreşa çand û hunerê, destpêkê bi xwe re û li çiyayan pêk tîne. Kesayeta sosyalîst û afirîner a şoreşa çand û hunerê destpêkê di kesayaseta xwe de derdixe holê.
Turneya li Çiyê
Gerîlayên şanoger di demeke kurt de li gel şert û mercên zor û zehmet îsal du lîstik amade kirin. Ya yekemîn 17 caran a duyemîn 13 caran hate lîstin. Komê şano bire ber lingê bi hezaran gerîlayî. Gerîlayên lîstikvan, carinan bê xew, carinan westiyayî li ser dikê bûn lê ji ber ku temaşevanan ew tu carî bi tenê nehiştin, lîstik her tim zindî û xweş bû. Li her cihê ku diçûnê amadekariyên ku dihatin kirin û piştgiriya her kesî di demeke kurt de carinan rojê du caran derdiketin ser dikê. Bi germahiya lîstikvan, lîstik û temaşevanan atmosfereke tesîrker peyde dibû. Piştî hinek bernameyan şervanên ku çûn Şengalê jî hebûn.
Têkoşîn û evîn
Kurdê Tavya derheneriya lîstika ´Rojên Germ´ dike. Ev lîstik jî behsa rastiya berxwedan û dagirkeriya salên 80’yî li Kurdistanê dike. Lîstika ku mijara azadî û evînê jî digire nav xwe, jiyana Mam Hasan ê ku Eşq û Çiyabûn kiriye û hevsera wî Gulê welatparêziya wê nîşan dide. Di tevahiya lîstikê de rewşa ruhê herduyan jî didome. Evîna Fevzî û Xecê jî her tim di atmosfereke ne azad de dibe pirsgirêk. Tevlîbûna Adil ê hevalê wî ya nav refên gerîla tesîrê dike li Fewzî. Ji ber tirsa bavê wî, nêzîkatiyên ne dostane yên Hemo li dijî neheqiyan tevlî berxwedanê dibe. Di lîstikê de jiyana Kurdan a beriya têkoşîna azadiyê, bandora têkoşîn li mirovan dike û bandora tevgera azadiyê ya li ser civakê pir baş hatiye karakterîzekirin.
Li ser dikê 3 dengbêj
Lîstik saetek û 10 deqeyan didome û di lîstikê de dengbêj 3 caran derdikevin ser dikê. Di lîstikê de endamên Koma Awazên Çiya jî cih digirin. Gerîlayên şanoger lîstik ji bo Televîzyonê jî amade kirin û di rojên pêş de dê di kanaleke televîzyonê de lîstik were weşandin. Û lîstik bi giştî dikare ji wir bê temaşekirin.
Ji bo tevgera azadiya Kurd hunera şanoyê bi kîşan çand û felsefeyê dikeve jiyanê û pêk tê gelek girîng e. Ji ber ku çand û felsefe şeklê hebûna civakî ye. Şekla îfadekirina terza jiyanê ye. Wek hemû huneran şano jî j bo me çandê nîşan dide. Tenê bi nîşandanê, mayînde dimîne, diguherîne û wateyên nû diafirîne. Hunermend di her hunerê de vê terza jiyana ku dixwaze ava bike nîşan dide. Her wiha hunermend ji civakê re jî pêşengiyê dike. Yê ku şanoyê dike şanoger e lê di çarçoveya ku me destnîşan kiriye ew hunermend e.
EKÎN KIZILIRMAK/BEHDÎNAN