Di çarçoveya Rojên Wêjeya Berawirdî yên Amedê de pêr bi sernavê “Di wêjeyê de cinsiyeta civakî” û “Helbest: Banga Edaletekê” du panel hatin lidarxistin. Her wiha lîstika “Tartuffe” jî hat pêşandan.
Rojên Wêjeya Berawirdî yên Amedê ku ji aliyê Weşanxaneya Lîs û Navenda Huner a Amedê (DSM) ve tê lidarxistin. Rojên wêjeyê bi lidarxistina panelên bi ser navê “Di wêjeyê de cinsiyeta civakî” û “Helbest: Banga Edaletekê” û bi pêşandana lîstika “Tartuffe” ya Şanoya Bajêr a Amedê pêr dewam kir û doh jî bi dawî bû. Panela “Di wêjeyê de cinsiyeta civakî” li avahiya Şaxa Odeya Avîhasazan a Amedê pêk hat. Di panelê de Fexriya Adsay û Melek Ozlem Sezer axivîn.
Cinsiyeta civakî di wêjeyê de
Di panelê de ewil Fexriya Adsay axivî û di wêjeya Kurdî de bal kişand ser teswîra welêt. Adsay li ser cinsiyeta civakî ya di wêjeya modern a Kurdî ya di dema “Ekola Hawarê” de rawestiya û di dewama axaftina xwe de bal kişand ser cinsiyeta civakî ya di wêjeya Kurdî de.
Pişt re Melek Ozlem Sezer jî li ser mijara “Di çîrokê de cinsiyeta civakî” axivî û got, “Femînîzm ne dijminahiya zilaman e. Femînizm li dijî zêhniyetê ye. Her tim dixwazim zêhniyeta zilam lêbikolim. Çîrokên klasîk her tim amûra bîrdoziyekê ne. Lê çîrok wek cûreyekê tim tê biçûkkirin.”
Helbest û banga edaletê
Panela “Helbest: Banga Edaletekê” ya helbestkar Gonca Ozmen jî li Şanoya Bajêr a Amedê bi rê ve çû. Gelek nivîskar, helbestkar û xwîner beşdarî panela li Navedana Odeya Avahîsazan bûn. Di panelê de pêşî Xwediyê Weşanên Lîsê, Lal Laleş axivî û bi kurtasî behsa girîngiya rojên bernameyê kir. Pişt re helbestkar Ozmen jî bi xwendina helbestên xwe dest bi axaftina xwe kir. Ozmen behsa çîroka xwe ya xwendin û helbestkariyê kir û got, “Pirtûk û helbest dost û hevalên min ên herî hêja ne. Tew rojekê hew min dît ez bûme helbestkar. Min helbesta xwe ya ewil sala 1997’an nivîsand. Di helbestên min de hezkirin, hesret, xweza û gellek mijarên din hene.”
Ozmen panela xwe bi xwendina helbestan bi dawî kir.
Tartuffe a Moliere dewam kir
Piştî vê panelê, xwîner û beşdarvanên Rojên Wêjeya Berawirdî yên Amedê bi hev re li lîstika “Tartuffe” ya Şanoya Bajêr a Amedê temaşe kirin.
Rojên Wêjeya Berawirdî doh dema nûçeya me dihat amadekirin, bi çalakiyên xwe yên herî dawî dewam dikir. Panel û çalakiyên li Navedana Odeya Avahîsazan ên bi navê “Gelo Rûmkî di valîzekî de hiltê?” û “Edaleta Wêjeyê” wê bi axaftina mêvanê rûmetê yê rojên wêjeyê, Berken Berehî bi dawî bibûna.
MA/AMED