3. Rojên Wêneyan ên Navneteweyî  ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Klûba Fotogirên Amator a Amedê (DÎFAK) hate organîzekirin li Salona Pêşangehan a Şaredariya Barjarê Mezin bi pêşengeha Norair Chahininan dest pê kir. 


Bernameyeke dewlement

Berdewama Rojên Wêneyan de îro jî li Pirtûkxaneya Gel a Bajêr a Ofîsê panela bi navê “Sînor” tê lidarxistin. Heman rojê saet 14.00'an de li Galeriya Hunerê ya Amedê li Sumerparkê jî pêşangehên bi navê “Vegera Çiyê”, “Li Hundir”, “Sînorên Kurdistanê”, “Strana Dawîn a Sîsirkan”, “Du Bawerî Bin Çatrêyekê”, “Ji Jiyanên Sînor Du Çîrok”, “Penaberên Bajarî”, “Avjenîkirina Di Derya Agir De” û “Sînor-Rewşûhal” tên pêşandan.

Di doja 18'ê Cotmehê jî li Sînemaya Burhan Karadenîz a Şaredariya Bajarê Mezin de gotûbêj û nimayîş tên lidarxistin. 


 JINHA/AMED