
Di şopa mîrateya 40 salî ya ragihandina azad a ku li hember dagirkerî û çewsandinê serî natewîne û nayê bêdengkirin, doh roja înê (11’ê Mijdara 2016) li Bakurê Kurdistanê rojnameyek nû bi navê Rojeva Medya gihişt ber destê xwendevanan.
Rojeva Medya, rojnameyek Kurdistanî, geşedanên li Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhanê bi zimanê Kurdî radighîne.
Hijmara yekemîn a rojnameyê îro bi manşeta “Xezeba Firatê Mezin Dibe” hat weşandin. 12 rupelên rojnameyê jî mijarên polîtîk, çand û huner, jin, Şoreşa Rojava, Forum û agahiyên rotîn ji Kurdistanê parve kirin.
Ji welatê Medya silav!
Di rupela yekemîn a rojnameyê de Edîtorê rojnameyê nivîsek weşand û vekirina rojnameyê bi sernavê JI WELATÊ MEDYA SILAV, li hemû xwendevanên rojnameyê pîroz kir. Edîtor nivîsî: “Di van rojên dîrokî u jiyanî de, bi rojnameyeke nû em li peşberî we ne. Kelecana me zêde ye, em bi zimanê dayikê ji we hemuyan re dibêjin merheba. Ji hemû xwendevanan daxwaza me ew e ku em mil bidin hev, vê rojnameyê bigihînin ber destê her kesî û cîhanê bi kurdî bişopînin.”
Rojnameya Rojeva Medya dê rojane bi mijarên xwe yên cihêreng, bi zimanê kurdî li ber destê xwendevanên xwe be.
Operesyona qirkirinê
Hikumeta AKP’ê di çarçoveya operesyona qirkirina îradeya azad a gelê Kurd ê Bakurê Kurdistanê ji meha Îlûnê ve, weşanên rojnameyên Ozgur Gundem, Azadiya Welat, Yuksekova, Çagdaş, Posta, Haber, Guney Expres, Prestij Haber, Urfanatik û Kiziltepenin Sesî, Kovarên Tîroj, Evrensel Kultur û Ozgurluk Dunyasi, radyonê Gun, Karacadag, Ozgur Guneş, Rengîn, Ses, Cîhan, Dogu û Dunya, televîzyonên Ozgur Gun Tv, Jiyan Tv, Zarok Tv, Azadî tv û Wan Tv û TV10 û ajansên DÎHA û JINHA’yê , tevî bi dehan dezgehên din ên çapemenî û ragihandinê, rawestandin. Avahiyên van dezgehan jî mohr kirin.
Her wiha di van êrîşan de rojnamevan, edîtor, mûdurên beşa nivîskariyê, gerînendeyên weşana giştî, belavkar û hwd ji xebatkarên van saziyan, bi idîayên ji rastiyê dûr hatin biçavkirin û girtin.