Li seranserî bajar û navçeyên Rojhilatê Kurdistanê bi hezaran welatî ji bo protestokirina êrişên dagirkeriya dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Suriye daketin qadan.
Xelkê bajarên Urmiye, Şino, Mehabad, Sine û Pîranşarê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk daketin qadan. Di çalakiyan de bê navber bi qîr dirûşmên “ Bijî Berxwedana Rojava, faşîst Erdogan, bimre Erdogan” gotin. Bi heman armancê gel li parêzgeha Kirmanşan, Şabad, Ciwanro, Pawe û Salasa Bawecanî daketin qadan. Li parêzgeha Îlamê jî bi sedan welatî li dijî dagirkeriyê daketin qadan û hêrsa xwe li dijî dagirkeriyê nîşandan.
Li paytexta Îranê Tehranê jî Kurdistaniyan li dijî dagirkeriya dewleta Tirk çalakî kirin. Çalakvan li pêşiya Balyozxaneya Tirkiye kombûn û nerazîbûna xwe nîşan dan û gotin, heta Kurdek bimîne wê Kurdistan her bimîne.
SINE