Welatên Rojhilata Navîn ji sedî 5 ê nifûsa cîhanê re mêvandariyê dikin. Her çend xwedî ji sedî 10 ê rûpîvanê be jî, bi tenê ji sedî 1 ê çavkaniyên ava global dikeve para herêmê. Tevahiya baranên li qada global jî, bi tenê ji sedî 2.1 li Rojhilat Navîn dibare. Ji sedî 87 ê Rojhilata Navîn di rewşa heyî de ji çolan pêk tê. Ji 20 welatên cîhanê yên pirsgirêka cidî ya avê dijîn 14 jê li Rojhilata Navîn in.
Li vê herêma ku her diçe dibe çol Sûriye, Iraq, Urdun û Îran bi pirsgirêkên cidî re rû bi rû ne. Çolbûyîn ne bi tenê li qadên çandiniyê bandora xwe li çavkaniyên avê jî dike.
Li gorî pîvandinên NASA'yê, bi tenê di sala 2013'an de bi qasî tevahiya Derya Mirî, çavkaniyên ava şîrîn winda bûn. Ev trend heta roja me ya îro hema hema bi heman rêjeyê dewam dike.
Kurdistan rih dide herêmê
Li herêma ku welatên Ereb di nav lepên ziwabûnê de ne, beşeke girîng a çavkaniyên ava şîrîn a ji bo herêmê rehê jiyanê ye, li cografya Kurdistanê ye. Parçeyên Bakur û Rojhilat xwedî çavkaniyên cidî yên ava şîrîn in, Rojava û Başûr jî hewzeya Dîcle û Firatê de cih digirin û xwedî gelek çavkaniyên ava binê erdê ne.
Ji sedî 60 ê çavkaniyên ava Iraqê ji Başûrê Kurdistanê derbas dibin. Bi heman rengî Rojava jî li ser çavkaniyên ava şîrîn e ku Sûriyê xwedî dike.
Pispor di wê baweriyê de ne ku rewşa stratejîk a Kurdistanê dê ji ber çavkaniyên ava şîrîn di pêşerojê de zêdetir bibe.
Beşek ji welatên Ereb jî ji bo çavkaniyên ava şîrîn biparêzin û ji nû ve avê bi dest bixin, ji derfetên teknolojiyê sûdê werdigirin. Emaretên Ereb ên Yekbûyîn ku pêşengiyê ji van hewldanan re dike, ji bo ewrên baranê li hev bicivîne, ava baranê kom bike û ava hatiye bikaranîn ji nû ve were bikaanîn, xebatan dimeşîne.
AMSTERDAM