Heyva Sor a Kurdistanê û Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) ji ber lehiya li Rojhilatê Kurdistanê, kampanyaya alîkariyê da destpêkirin.
Li Rojhilatê Kurdistanê ji ber barana zêde, li her derê lehî rabûbû. Di vê felaketê de gelek kes mirin û bi hezaran kesan jî ji neçarî dev ji warên xwe berda.
Heyva Sor a Kurdistanê got, “Lehiyê li her dera Rojhilatê Kurdistanê daye û gelek bajar, navçe û gund di bin avê de mane. Gelek kes mirine û gelek kes jî birîndar bûne. Ji ber ku têkilî bi gelek cihan nehatiye danîn, hejmara mirî û birîndaran nehatiye zelalkirin.
Ji ber şertên rê, Heyva Sor a Kurdistanê wê bi tenê alîkariya maddî qebûl bike û ew ê pêdiviyên gel bi cih bîne. Heyva Sor a Kurdistanê ji roja ku lehî çêbûye alîkarî daye û ji bo kirîna kon, betanî û pêdiviyên jiyanî, dest bi xebatan kiriye.
Em bang li hemû gelê xwe dikin ku alîkariyê bidin gelê me yê li Rojhilatê Kurdistanê.”
Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) ji bo alîkariyê bang kir. CÎK’ê got, “Li Rojhilatê Kurdistanê û li Îranê karesateke mezin çêbûye. Gelê me yê li wê derê, di rewşeke xerab de ye, em bang li gelê xwe dikin ku alîkariyê bidin gelê me yê li wê derê.”
Agahiyên derbarê kampanyayê li ser malperên Heyva Sor a Kurdistanê û ya CÎK’ê hene.
FRANKFURT