
Hêzên Dije Terorê yên Iraqê ragihandin ku ew Rojhilatê Mûsilê bi temamî ji çeteyên DAIŞ’ê rizgarkirin e.Her wiha artêşa Iraqê ragihand ku 8 kargehên çeteyan ên bombe lê dihatin amade kirin jî hatine rûxandin.
Hêzên Dijî Terorê yên Iraqê ragihandin ku, Rojhilatê bajarê Mûsilê ji aliyê Artêşa Iraqê ve bi temamî hatiye kontrolkirin. Fermandarê Hêzên Dijî Terorê ya Iraqê Talib Şêxatî îro di civîneke çapemeniyê de ragihand, Rojhilatê bajarê Mûsilê bi temamî ji destê çekdarên DAIŞê hatiye girtin
Şêxatî got: “Îro, ji ber azadkirina Rojhilatê Mûsilê aheng û şahiyê bikin. Piştî 3 mehan Hêzên Dijî Terorê karîne aliyê Rojhilatê Mûsilê kontrol bikin.”
Doh Fermandarê Operasyonên Mûsilê Ebdulemîr Reşîd Yarela dabû xuyakirin, ku taxên Cezayîr û Darkîzlî û Mizgefta Mezin a li navenda bajarê Mûsilê ji çeteyan hatine paqijkirin.
8 kargehên bombeyan hatin rûxandin
8 kargehên çeteyên DAIŞ’ê yên wesayîtên bombebarkirî tê de amade dikin, li bajarê Mûsilê ji aliyê balafirên şer yên artêşa Iraqê ve hatin ruxandin.
Ragihandina Wezareta Parastina Iraqê diyar kir ku şêvadin li bajarê Mûsilê 8 kargehên çêkirina wesayîtên bombebarkirî ji aliyê balafirên şer yên artêşa Iraqê ve hatine bombebarankirin û di encama bomberanê de rûxiyane.
Di daxuyaniya ku di malpera fermî ya Wezareta parastina Iraqê de hatiye weşandin de wiha hat gotin: “Kargehên çeteyên DAIŞ’ê ji aliyê balafirên şer yên artêşa Iraqê yên F16-159 ve hatine bombebaran kirin.”
Hate hînbûn ku kargehên mijara gotinê li nêzîkî navçeya Telehefer ya Bakur Rojavayê Mûsilê ne.
Operasyona Rizgarkirina Mûsilê ji dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê ya di 17’ê Cotmeha 2016’an de ji aliyê Arteşa Iraqê ve hatiye destpê kirin, dewam dike. Piştî rizgarkirina navçeyên derdor niha şer li navenda bajêr berdewam dike û heta niha gelek navçeyên bajêr ji destê çeteyên DAIŞ’ê hatine rizgar kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN