Jina Kurd Rojîn Ferho, layiqî Xelata Mezin a Rojnamevaniyê ya Meliktiya Belçîka Belgodyssee hate dîtin.
Weqfa Melikê Belçîka Philippe, bi desteka Radyo-Televîzyona VRT û RTBF ya Fransî, her sal xelatê dide rojnamevanên serketî. Jina Kurd Rojîn Ferho, li Zanîngeha Brukselê Fakulteya, pola dawî ya rojnamevaniyê dixwîne. Wê ji bo televizyonê bernameyeke, bi navê “ jiyana xwezayî û civakî” amade kir a xelata mezin wergirt. Weqfa Meliktiya Belçîka ji ber vê îsal Rojîn Ferho û hevalên wê layiqî xelata prestijê ya weqfê dît. Merasima xelatdayînê, li Qesra Meliktiyê hate lidarxistin. Melikê Belçîkayê Philippe, di 11ê Kanuna 2019’an de, ligel hevalên Rojîn Ferho yên rojnamevan, xelat radestî jina ciwan a Kurd Rojîn Ferho kir. Rojîn Ferho, di merasimê de kêfxweşiya xwe anî ziman û got, “Cihan di bin zext û zoreke mezin de ye. Ji ber xelatê ez gelekî kêfxweş im. Ev xelat, ji bo min û hevalên min moralekî mezin e. Rojnamevanî karekî giran e, lê girîng e.”
Belkî ji ber ku ez Kurd im
Rojînê, diyar kir ku ew bi zimanê Flamanî dixwîne û ligel rojnamevan Gijs Ramboer karê xwe dimeşîne û wiha peyivî: “Ji bo desteka rojnamevanê şer hempîşeyê me Rudi Vranckx jî em malavahiya wî dikin. Ez bi taybetî bi Rojhilata Navîn re mijûl dibim. Li Rojhilata Navîn gelên bindest hene û herêmên serbixwe hatine avakirin, lê îslamîstên tundraw êrişî wan herêman dikin, lewma bala min dikişîne. Belkî ji ber ku ez Kurd im û gelê Kurd jî dibin zext û zoreke mezin de ye, lewma bala min dikişîne. Ez malavahiya meliktiyê, saziyên medyayê ku her sal vê xelatê didine rojnamavenan dikim. Xelat ji bo min serbilindî ye û moraleke mezin da min û hevalên min.”
BRUKSEL