ÎBRAHIM ÊZIDÎ / ROJNEWS/ŞENGAL

Rojiya Êzî ku di nava civaka Êzidî de yek ji ferzên olî ye û 3 rojan tê girtin, îro li Şengalê dest pê kir. Di hersê Rojên Rojiyê de wê şahî bên lidarxistin.

Roja Înê jî cejne. Bi wesîleya cejna Rojiyê Çand û Hunera Şengalê wê sê rojan şahî li dar bixe.

Di baweriya Êzdayetiyê de hefteya yekem û duyem a Kanûnê, rojên herî kurt ên salê ne, lewma di van her du hefteyan de 3 rojan rojî tê girtin. Li gorî baweriya Êzdayetiyê rojên Sêşem, Çarşem û Pênşemê rojî tê girtin. Di van rojan de xwîn nayê rijandin, pêkanîn û gotinên xirab nayên kirin, munasebetên zayendî çênabin û kar nayê meşandin, tenê dua tê kirin. Lewma rojek beriya destpêkirina rojiyê, yanî roja Duşemê her malbatek sewalekî serjê dike û ji vê rojê re jî "Roja Serbirê" tê gotin. Roja Înê jî cejna Rojiya Êzî ye.

Li gorî Hesabê Şengalê, doh “Roja Serbirê” bû û her malbatê pez serjê kir. Îro jî rojiyê dest pê kir û 3 rojan bidome. Roja Înê jî cejne. Bi wesîleya cejna Rojiyê Çand û Hunera Şengalê wê sê rojan şahî li dar bixe.

Roja yekem li Gundê Kersê, roja duyem li Komalgeha Borik û roja dawî jî li bajarokê Sinûnê ye.