23’yemîn Xelatên Rojnamevaniyê yên Şehîdên Çapemeniya Azad û Mûsa Anter pêr li Wanê bi merasîmê hatin dayîn.

Xelatên ku her sal di 20’ê Îlonê de dihatin dayîn îsal ji ber êrîşên dewletê yên li Kurdistanê, hate taloqkirin; xelatên îsal pêr li Odeya Sanayî û Bazirganiyê ya Wanê bi merasîmeke hatin dayîn. Hevgerînendeyê Giştî yê Ozgur Gundemê Huseyîn Aykol, kurê Mûsa Anter, Dîcle Anter, Gerînendeyê Giştî yê Evrenselê Fatîh Polat, Serokê Komeleya Rojnamevanên Hemdem Ahmet Abakay, rojnameger Celal Başlangiç, Berdevkê Bloka Aştiyê Gençay Gursoy, parlamenterên HDP’ê yên Wanê, hevşaredarên bajar û navçeyan, nûnerên KJA’yê, Meclîsa Dayikên Aştiyê û malbatên şehîdên çapemeniya azad, xebatkarên çapemeniyê û gelek welatî beşdarî merasîmê bûn.


Çapemeniya azad serî netewand

Merasîmê bi rêzgirtina ji bo kesên di xebatên çapemeniya azad de jiyana xwe ji dest dayî, destpê kir. Li ser xebatên çapemeniya azad û şehîdan, axaftina destpêkê ji aliyê Hevserokê Cemiyeta Rojnamevanên Azad Hakki Boltan ve hat kirin. Boltan got, çapemeniya azad ti caran li hemberî pêkûtiyan serê xwe netewandiye û wê netewîne. Boltan anî ziman ku çapemeniya azad her tim pêşengî kiriye ji bo ku rastî derkevin holê, ji ber vê yekê rastî pêkûtiyan hatiye û hê jî pêkûtî dewam dikin. Boltan nirxandina “Divê em wekî kedkarên çapemeniyê bi ruhê Mûsa Anter li dijî operasyon, pêkûtî û qetlîamên li Kurdistanê derkevin” kir.


Yan bi hev re yan jî hîç

Parlamenterê HDP’ê Lezgîn Botan jî got, heke çapemeniya azad bêdeng bibe wê dengê karker û kedkarên, têdikoşin jî bêdeng bibe. 

Hevgerînendeyê Giştî yê Ozgur Gundemê Huseyîn Aykol jî bîranîneke xwe parve kir û got: “Dema ku ez çûm geliyê Bekaayê. Serok Ocalan jî li wir bû. Em kirin mêvan û piştre jî em rêwî kirin. Ez her tim li aliyê wî yê çepê meşiyam û ez ê her tim li aliyê wî yê çepê meşa xwe bidomînim.”

Serokê Komeleya Rojnamegerên Hemdem Ahmet Abakay jî diyar kir ku rojnamevanên li Kurdistanê li gor ên li Tirkiyeyê deh qat zêdetir rastî pêkûtiyan tên û nirxandina “Berê çekan didin wan, ji ber vê yekê bi tena serê xwe xilasî tineye yan bi hev re yan jî hîç” kir.


Xelatgirên şevê

* Di beşa nûçeyên Kurdî de nûçegihanê DÎHA’yê Gokhan Altaş bû yekemîn, Îbrahîm Bulak jî bû duyemîn. Xwendekara bi navê Nurşen Butuşeba jî xelata teşwîqê girt.

* Di beşa nûçeyên Tirkî de nûçegihanê DÎHA’yê Nedîm Turfent bû yekemîn. Hasan Akbaş xelata taybet a juriyê wergirt. 

* Nûçegihana JINHA’yê Handan Tufan jî xelata Nûçegihaniya Jinê ya Gurbetellî Ersoz wergirt.

* Di beşa karîtaturê de Aşkin Ayrancıoglu bû yekemîn, xelata taybet a juriyê Mahmut Ulusan wergirt.

* Di beşa wêneyan de Ramazan Seykan bû yekemîn, xelata taybet a juriyê Welat Cîn wergirt.

* Di beşa nûçeya bi dîmen de nûçegihanên ÎMC’ê Bekîr Guneş û Gokhan Çetîn xelat wergirtin.

Rojnamevanên xelat wergirtin di axaftinên xwe de di serî de Cizîr, Silopiya, Gever û Nisêbînê  xelatên xwe diyarî kirin li hemû gelên li ber xwe didin.

Merasîm piştî xelat hatin dayîn bi wênegirtinê bi dawî bû. 


 ANF/WAN