Avesta dema ku ji Şengalê derbasî Laleşê ango devera Şêxan dibû, li nuqteya Sihêlan a kontrolê ya PDK’ê 20´ê Gulanê hat binçavkirin û piştî 6 rojan (doh) hat berdan. Avesta da zanîn ku asayîşa Sihêlan ew bin çav kiriye û weha axivî; “Dema ez ji Şengalê hatim, min ji wan re got ez rojnamevan im. Nasnameya min kontrol kirin. Piştre ji nişkan ve ligel alavên min, ez kirim binçavan. Weke sedem jî gotin, tevî ku tu rojnamevan î jî divê tu agahiyên bidî me. Gotin, tu bêyî me tevgeriyayî. Pêwîst e li ser te em agadariyan bidin asayîşa pêşmergeyan. Bi taybetî dema tu derbasî herêma şer dibî. Em berpirs in. Tu di vê derê re derbasî Rojava bûyî û ji ber vê yekê em ê te bigrin.”


‘Xwestin bûyerê bikin siyasî’

Avesta wekî din da zanîn ku bi hinceta ewlekariya wê ew kirine bin çavan. Avesta bi bîr xist ku di lêpirsîna berfereh de eşkere bû ku hêzên asayîşa PDK´ê derbarê wê de xwedî agahiyên berfireh bûn û weha pê de çû; “Destnîşan kirin ku tu ji bo siyaset û birêxistinkirinê hatî. Lê min belgeyên li ser xwe pêşkêşî wan kirin. Di lêpirsîna yekem de xwestin bûyerê bikin siyasî. Min ji wan re got, ez ê bersiva pirsên derbarê rojnamevaniyê de bidim, lê wekî din naaxivim.”

 

‘Zextên fizîkî nebûn, lê yên derûnî hebûn’

Avesta ragihand ku di dema binçavkirinê de 3 roj û şevan li nuqteyeke asayîşê ya serê wê vekirî hatiye hiştiye, û got, zexteke fizîkî nebû, lê di warê derûnî de zext lê kirine.

Avesta bi bîr xist ku ew dema hatiye berdan jî dadgerê wezîfedar jê re gotiyê bêyî agahdarkirina wan divê careke din nekeve erda Kurdstanê û got, doza li wê hatiye vekirin jî wê dewam bike. Avesta wekî din malavahiya rojnamevanan kir ku di dema girtina wê de bi nûçebelavkirinê lê xwedî derketin. 


 NAVENDA NÛÇEYAN