Chris Kutschera sala 1938´an li Fransayê ji dayik bûbû. Yek ji lêkolîner û nivîskarên navdar e ku bi taybetî li ser Rojhilata Navîn û Kurdan nivîsiye. Derbarê pirsa Kurd de 5 pirtûk, bi dehan gotar, rapor û lêkolîn amade kirin.
Chris Kutschera gelek caran serdana Kurdistanê kiriye. Wî li zanîngeha Sorbonneê de xwendina xwe kiriye û sala 1960’î li Guatemalayê dest bi rojnamevaniyê kiriye. Kutscera di rojnameyên weke Le Monde Diplamatique, Le Monde Coailys, The Middle East Magazine, El Wasat û El Mundo de der barê jiyan û serhildana Kurdan û Kurdistanê de gelek gotar û nivîs nivîsandine.
Kutschera ji ber nexwşiya Parkinson mexdûr bû û ji ber wê beşek ji mejiyê wî felc bûbû. Chris Kutschera roja 31ê Tîrmeha 2017´an koça dawî kir.
NAVENDA NÛÇEYAN