Berdevka Fermî ya Xezeba Firatê, Cîhan Şêx Ehmed bi komeke rojnamavan re li nava taxên Reqayê yên rizgarkirî doh geriya.

Piştî ku beşeke mezin ji bajarê Reqayê hate rizgarkirin, Berdevka Fermî ya Xezeba Firatê, Cîhan Şêx Ehmed bi hevkariya Navenda Ragihandinê ya QSDʹê bi komeke rojnamavan û nûnerên saziyên çapemeniyê re li nava tax û deverên bajêr ên rizgarkirî geriya. Cîhan Şêx Ehmed li nexweşxaneya zarokan, Kolana Seyf El-Dewle, avahiya parêzgehê, çerxerêya saetê, muze, kolana 23ʹyê Sibatê, kolana El-Mutez û Kewarên Genim geriya.


Piştî ku Rojhilat û Rojava gihiştin hev

Cîhan Şêx Ehmed her wiha li taxên ku di navbera eniyên rojhilat û rojava de tevî rojnamevanan geriya. Gera Berdevaka Xezeba Firatê piştî ku herdu eniyên şer li taxa Girê Spî û Kolana Seyîf El-Dewle yên li nîvê bajêr gihiştin hev, pêk hat. Cîhan Şêx Ehmed ji rojnamavan û nûnerên saziyên çapemeniyê re çalakiyên li derdora Nexweşxaneya Niştimanî ya Reqayê ku çeteyên DAIŞʹê xwe tê de bi cih kirine, şîrove kir. Berdevka Xezeba Firatê Cîhan Şêx Ehmed û rojnamevan li eniya rojhilat jî geriyan û çûn Mûzexaneya Reqayê, li kolana El-Mutex, Cîhan Şêx Ehmed bi şervanan re civiya, her wiha serdana nuqteya tenduristiyê jî kir û di dawiya gera xwe de jî çalakiyên paqijkirina Kewarên Genim ên Reqayê şopand. 


 REQA