Li navçeya Germiyanê Kelarê, komek rojnamevan û çalakvanan qetilkirina rojnamevan Nûjiyan Erhan li Şengalê bi destê çeteyên çekdarê n PDK’ê, şermezar kir.

Komek rojnamevanan bi vê armacê li ber avahiya Radyoya Deng çalakî pêk anîn û daxuyanî dan. Li ser navê RojNewsê, nûçegihanê Germiyanê, Berhem Letîf daxuyanî xwend û got; "Mixabin di 3'ê Adarê de di encama êrîşên çekdarên PDK'ê yên li dijî bajarokê Xanesorê yê Şengalê de rojnamevan Nûjiyan Erhan bi giranî birîndar bû. Ji ber ku birîna wê giran bû, di 22'ê Adarê de li Nexweşxaneya Şehîd Sarya ya li Hesekê şehîd bû. Em şehîdkirina Nûjiyan bi tundî şermezar dikin. Em daxwazê dikin ku di demeke zûde ew çekdar dawî li hewldanên xwe yên bi rêya dagirkeran, dagirkirina Şengalê, bînin."

Herî dawî Berhem Letîf got, "Em dixwazin ku êdî rojnamevan bêdeng nemînin li hemberî her êrîşeke li dijî rojnamevanan û binpêkirina mafên rojnamevanan. Pêwîst e hemû rojnamevan yên partiyan jî di nav de, xwedî yek helwêst û yek dengî bin. Ji ber ku eger îro em li hemberî qetilkirina rojnamevanan bêdeng bin, sibe em jî wê werin terorkirin." 


GERMIYAN