Li bajarê Silêmaniyê bi boneya 121’emîn salvegera roja rojnamevaniya Kurdî merasîmek hate lidarxistin. Di merasîmê Rojnews hate xelat kirin.
Doh 121’emîn salvegera roja rojnamevaniya Kurdî bû. Ev roj ji ber derçûna hejmara yekê ya Rojnameya Kurdistanê, weke roja rojnamevaniya Kurdî tê pîrozkirin. Mîqtad Mîthat Bedirxan heta 5 hejmaran berpirsê weşanê yî rojnameyê bû ku hejmarên wê yên pêşî li Qahîreyê hatin çapkirin. Paşê wê li gelek navendên din jî rojname bihatana çapkirin.
Bi boneya vê rasthatinê li seranserê Kurdistanê û derveyî welêt hin merasîm tên lidarxistin. Bi heman awayî li avahiya qeymeqamtiya bajarê Silêmaniyê merasîmek hate lidarxistin. Di merasîmê de komek dezgehên ragihandinê ji ber şopandina çalakî û karên xwe xelata rêzdariyê wergirtin.
Yek ji dezgehên ragihandinê ku xelata rêzdariyê wergirt ajansa Rojnewsê bû. Xelat ji aliyê qeymeqamê Silêmanî Awat Mihemed ve hat dayîn ji bo peyamnêra Rojnewsê Semîra Şehabî.
ROJNEWS / SILÊMANÎ