
Medenî Ferho di pêvajoya girtîgeha darbeya eskerî de, ku 6 sal û nîvan berdewam kir, ji destpêka girtina 27ê Cotmeha 1980, heta ‘86an bi awayekî drametîk datîne ber çavan. Nivîskar, ji destpêka girtinê dest bi nivîsandina wê demê kiriye. Lê pirranî destnivîsên di girtîgehan de ne. Dîsa jî, destnivîs û notên hatine girtin rastî talankirina rêvebirên girtîgehê hatine. Nivîskar jî, destnivîsên xelas kirine di pirtûkê de bi cih kirine. Di pirtûka “Rojnivîsên Girtîgehê” de, ji ’80 yî û pê de dest pê dike..
Rêvebiriyên girtîgehan, di her firsetê de, diavêtin ser qoxuşên girtiyan û her tişt talan dikirin. Di dema guhastina cihê girtiyan di nava girtîgehê de û di sewkiyata navbera girtîgehan de jî, her tiştî girtiyan dihate talan kirin. Rêvebiriyên girtîgehan, dijminê destnivîs û pirtûkên girtiyan bûn. Bi vê mebestê, Medenî Ferho, rojnivîsên ku ji sala ‘83an û vir ve ji ber talana rêvebirên girtîgehê xelas kirin, komî ser hev kirine. Di destpêka girtina roja pêşî, 27ê Cotmeha 1980yî, û êşkenceya li Sansaryan Hanê, piştre li Gayrettepe û pêvajoya li Qijleya Selimiye jî, bi nivîsên taybet daniye ber çavan.
Bi vê mebestê, rojnivîsên Medeni Ferho, ji sala ‘83an, dest pê dikin û heta sala ‘86an berdewam dikin.
Nivîskar rojnivîsên xwe bi Tirkî nivîsîn û ji bo ku rastî qedexe û desteserkirinê neyên, yan jî nebin sedema ceza kirina di girtîgehê de, gotinên qedexe bi (…), yan jî bi gotinên din îşaret kirine. Lê di dema wergerê de, di dema kontrolê de, ew valahî dagirtin. Car din, ew îşaretên taybet di rojnivîsan de hatine hiştin. Hemberî ku destnivîs bi giştî ne hatine xelas kirin û rêvebiriyên girtîgehan dest li ser destnivîsan danîne jî, neynika demê ye û fikrekî giştî û zelal dide xwendevanan. Rojnivîsên nivîskar, bi gotina Ahmad Aslanbakan, neynika “aşên hêrtinê” û wê dema ku bi nave “faşîzma reş” tê binavkirin in.
Rojnivîsên Girtîgehê, neynika faşîzma 12ê Êlûnê ne. Rewşa demê û nêzîkatiya darbekar, êşkencexaneyên ku wek navenda ewlekariyê têne binavkirin, zihniyeta rêvebirên dewletê û rêvebirên hêzên (!) ewlekariyê datîne ber çavan. Êdî xuya ye ku, li Tirkiyê hêzên ewlekariyê, yan kontra ne, yan êşkencekar in, yan talanger in, yan anarşîst in, yan jî hîlebaz in û dekûdolaban dikin… Yanî zebaniyên faşîzma Tirkîtiya li dijî gelê Tirk û gelê din teva ne.
Medenî Ferho, çavdêriya, pêvajoya darbeya eskerî û piştî darbeya eskerî, li dijî eniya çepgir, li dijî muxalefeta Kurd û rêbazên wê demê dike.
Medenî Ferho, ne tenê çavdêriya faşîzma 12ê Êlûnê, êşkence û pêvajoya tunekirinê dike; rewşa çepgiran di girtîgehê de jî datîne ber çavan. Êş û azarên girtîgehan, nakokiyên navbera girtiyan, siyaset û şerê li dijî girtiyan, têkoşîna li dijî kiryarên faşîzan li girtîgehan vekirî datîne ber çavan.
Piştî 15ê Tebaxê û teqîna fişeka pêşî ya Haraketa Azadiya Kurd li Kurdistanê, (1984) dîtin û nirxandina çepgirên Tirk û rêvebirekî Dev-Yol…
Grevên birçîbûna li girtîgehên Stembolê û têkiliya bi berxwedana dîrokî ya li Zindana Amedê re: Dîtinên Ahmed Aslanbakan (Kor Silahşor) yên derbarê zindana Amedê de…
Rêvebirên girtîgehan ji bo têk-birin û şikandina grevên birçîbûnê serî li kîjan riyan didan. Çepgirên Tirk, li Sultanahamedê, çima koma Rizgarî negirtin nava xwe.
Medenî Ferho, çavdêriya greva birçîbûna mirinê, ku 4 cengawerên eniya çepgir ku jiyana xwe ji dest dan dike û dibêje: “12 û 13ê Nîsana 1984an,… Dîsa noqte û valahiyek kûr li hemberî hev bûn. Ev roja qurbanan e û Apo (Abdullah Meral) di greva birçîbûnê de jiyana xwe ji dest da.”
Piştî cengaweriya li zindana Amedê, li zindanên Stembolê jî têkoşîna lehengên eniya çepgir bi dijwarî berdewam dikir û di encama greva birçîbûna mirinê de, Abdullah Meral, Haydar Başbag, Hasan Telci û Fatîh Oktulmuş jiyana xwe ji dest dan.
Dîsa di çavdêriyên Medeni Ferho de, girtîgeha Sagmalcilar ku weke goreke betonî hatiye çêkirin datîne ber çavan.
Di rojnivîsan de tê xuya kirin ku çepgirên dibin zext û zora dijwar de jî karûxebatên ideolojîk û kulturî di domandin.
Rewşa kesên ku weke mafia dihatin naskirin, yan jî xwediyê holdingê ku, li girtigeha Sultanahmed anîne nava girtiyên siyasî û bûyerên derdiketin holê… Di heman demê de rewşa keşeyê Ermenî Hayko Eldemîr, di pêvajoya girtîgehê de nêrîn û hişmendiya li dijî Ermeniyan di kiryarên drametîk de datîne ber çavan.
Rojnivîsên Girtîgehê, neynika faşîzma 12ê Êlûnê ne û bi çavdêriya jiyana wê demê, bi nav, dem û cih hatiye nivîsandin.
Pirtûka Medenî Ferho, ROJNIVÎSÊN GIRTÎGEHÊ; di warê nivîsên rojanê de, wê di magezina edebiyata Kurdî de valahiyekê dabigre.
Navnîşana bidestxistinê:
Rojnivîsên Girtîgehê
Weşanxaneya Do
Şehîtmuhtar Mah. Nane Sok. 5/5
Taksim istanbul
BRUKSEL