Ev çalakiya bi rengê meşa piştgiriyê ji bo hezaran kesî bû sedem ku di heman demê de komkujiyên bi destê AKP’ê şermezar kirin.

Kurdistaniyên li Îtalyayê, li paytext Romayê meşeke girseyî bi dirûşma “Ji bo Kurdistanê biherike kolanan” li dar xist û tevî Kurdistaniyan gelek Îtalî jî beşdar bûn. Meş ji aliyê Navenda Çanda Kurd a Araratê û Rote Kurdistan ve li meydana Porta Pia ya li Roma hat lidarxistin û bi hezaran kes tevlî çalakiyê bûn. Nûnerên gelek saziyên civakî yên sivîl jî destek dan çalakiyê. Îtalî û Kurdistanî li meydanê civiyan, dirûşmên “Kujer Erdogan”, “Jin jiyan azadî” û “Bijî Serok Apo” gotin, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK û pankartên li ser nivîsandî “Kujer Erdogan” hilgirtin.

Di meşa girseyî de komkujiyên bi destê desthilatdariya AKP’ê yên li Kurdistanê jî hatin şermezarkirin. Çapemeniya Îtalyayê jî cihekî berfireh da vê çalakiya ku berêvarê qediya. 


ROMA