Li hemberî ragihandina xweseriyan û parastina rewa ya van rêveberiyên xweser li gelek bajar û navçeyên Kurdistanê, dewleta Tirk bi rê û rêbazên ji dîroka xwe bersivê dide. Li Dêrikê dewleta Tirk malan dişewitînê, ji helîkopteran navçeyan gulebaran dike, li Nisêbîn, Cizîr û Sûrê êrîş dewam dikin.
Li navçeya Dêrikê di roja 6'an (doh) a êrîşên dewletê û qedexeya derketina derve li navçê, dewletê dest bi şewitandina malan kir. Polîs û eskerên dewleta Tirk bombeyan diavêjin xaniyan û bi vê rêbazê malên welatiyan dişewitînin. Di heman demê de bi gulereşandinê jî welatiyan asteng dikin û nahêlin şewatan vemirînin.
Li taxa Cevîzpinarê dewleta Tirk agir bi hin malan xist. Helîkopterên li ser navçeyê digerin jî guleyan li taxa Cevîzpinarê direşînin.
Bi wesaîtên zirîhpoş talanker êrîş dikin
Li navçeya Şirnexê Cizîrê jî êrîşên ku pêr bi şev polîsan destpê kirî hê jî didomin. Maşîneyên zirîhpoş ku li ser riya Orhan Dogan û Yafesê hatine bicihkirin gule li ser gel reşandin û di encama gulereşanê de zarokê bi navê Abdullah Cîlesun ku li ser 'Rêya Kobanê' dimeşiya bi giranî birîndar bû.Piştî mudaxaleya destpêkê ya li Cizîrê Cîlesûn rakirin nexweşxaneya Amedê. Li bajêr êrîşên polîsan berdewam dikin.
Li Nisêbînê berxwedan didome
Êrîşên dewleta Tirk ên li hember navçeya Mêrdînê Nisêbînê duh sibehê careke din dijwar bûn. Li taxên Abdulkadîrpaşa, Firat, Dîcle û Yenîşehîr ji pêr êvarî saet 21.00’an ve qedexeya derketina kolanan hat îlankirin û ev qedexe didome.
Polîs û tîmên taybet ku tax dorpêç kirin li ser Cadeya Çagçag a her çar taxan bi hev ve dike wesayîtên zirîhpoş bi cih kirin û taxan gulebaran dikin.
Li hemberî êrîşên ku tevahiya şevê dewam kirin, gel dest bi berxwedanê kir. Kurdistaniyan ji bo parastina taxan tevahiya şevê nobet girtin. Êrîşên polîsan danê sibehê careke din dijwar bûn.
Li Sûrê êrîş dewam dikin
Li navçeya Amedê Sûrê jî qedexeya derketina derve rabû, lê belê êrîşên polîsan ên li hemberî taxê doh jî dewam kirin. Polîsên ku bi wesayîtên zirxî yên tîpa "Kobra", "Ûral" û "Akrep" rêya diçe kolana Minareya Çarling girtine, miroven ji taxê derdikevin nasnameyên wan kotnrol dikin. Polîs her wiha destûrê nadin ku gel bicive. Polîsên Tirk ên ku rojnamevanan jî hişyar dikin, car carna guleyan li taxê direşînin.
NAVENDA NÛÇEYAN