Nivîskar di romana xwe de têkoşîna gerîlayên Tevgera Azadiyê ya Kurd girtiye dest. Dema xwendevan dikeve nava rûpelên pirtûkê û pê de diçe xwe di wan rûpelan de dibîne û wekî fîlmekî li ber çavên xwendevan zîndî dibin. Nivîskar di pirtûka xwe de ji Çîroka Geliyê Zîlanê bigre heta Serhildana Agiriyê, têkoşîna Biroyê Heskê Têliyê, rûdanên li Serhedê û çîrok û destanên Serhetê heta têkoşîna şervanên Tevgera Azadiya Kurdistanê berfireh girtiye dest.
Vegotina êş, azar, têkoşînê
Di berhema xwe de nivîskar kêlî bi kêlî êş, azar, têkoşîn û berxwedan vegotiye. Nivîskar bi van hevokan berhema xwe vedibêje: “Li zozanên herêma Serhedê, ev mehek bû ku gerîla ji stargehên xwe derketibûn. Bi hatina biharê re ketibûn nava şerekî germ û dijwar. Kifş dibû, dê ev sal ji bo her du milan jî bûbûya sala şerên dijwar û bi keys… Li herêmê her tim navê gerîlayê ku Memê Jîr bû, li pêş û bi nav û deng bû. Behsa wî û şerên wî dikirin. Lê kesî/ê zû bi zû ew nedidîtin. Heke bidîtana jî ne gengaz bû ku nas bikirana. Lê qala cengawerî û şerê wî timî, dikirin. Saloxdariya wî didan. Wî timî bi kefiyeke leşkerî ve serçavê xwe dipêça… Her wiha kefî bûbû rûpoşa rûyê wî. Kê ew bidîta jê saw digirt. Lê belê nedizanîn ku ew Mem e. Li gundên derdor, li qereqolên nêz an jî dûr, heta bêje li bajêr, çawa çaliykiyeke gerîlayan çêdibû, mirovên herêmê digotin; bibe nebe ev yekîneya cengawer Mem e. Dîsa çalekiyan dikin û qereqolan radikin. Dîsa yekîneya Mem e, dûxan lê radikin.” Nivîskar berhema xwe di şexsê bira û hevrêyê xwe yê nemir, pakrewan Jêhat Agirî (Erhan Serhat, di 24’ê Gulan 2012’an de li çiyayên Gimgima Mûşê di pevçûnekê de gihiştiye şehadetê) de diyarî hemû pakrewanên Tevgera Azadiyê dike.