Wekî ku wêjehezên Kurdî dizanin wêjeya Kurdî ango romana Kurdî hê balix nebûye neketiye serdema balixbûnê. Lê em dibînin ku hinek romannûsên me yên, postmodernîst xistine serdema balixbûnê. Lê divê were zanîn ku ev ne balixbûneke xwezayî ye; wekî gelek tiştên modernîteya kapîtalîst çêbûwar e lewre jî romana Kurdî ya postmodernîst bi pirsgirik e.
Niha dema mirov romana Kurdî bi bîr tînin, hema E.Şemo, M.Uzun û hwd. tên bîra mirov. Belkî hinek bêjin ji ber wan can daye romana Kurdî. Rast e lê ne tenê ji ber wê ye, bêhtirê xwe ji ber rêbaza romanên wan e. Rêbaza romanên wan, rêbaza romana klasîk e lewre jî bûne klasîkên Kurdî. Lê em dibînin ku romanûsên me hê serdema romana Kurdî ya klasîk temam nekîribûn derbasî romana postmodernîst bûne!
Di romana cîhanê de du serdemên sereke hene: Serdema klasîk û serdema postmodernîst. Di romana klasîk de karekter hene û roman bi bûyerên ku ew karekter dijîn re tê hûnandin. Carinan rêbaza deduksiyon/talîl (tumden gelîm), carinan jî rêbaza enduksiyon/îstîgar (tume varim) derdikeve pêş. 

Romaneke klasîk ango bi rêbazên klasîk hatibe nivîsîn çiqas nexweş dibe bila bibe ji ber ku pergaleke xwe heye xwîner zêde natengijîne, mirov ji xwendinê sar nake. Belkî jî romannû sar bike lê mirov dizane ku çi dixwîne.
Niha dema em li rewşa romana Kurdî dinêrin dibînin ku romana Kurdî hê negihîştiye xwîneran ango xwînerên wê nîn in. An jî xwînerên romana Kurdî elît in. Lê ligel vê diyardeya berbiçav jî derbasî serdema romana postmodernîst bûye; xwe derasayî kiriye! 


Dewlemendî nîne, neyînî ye

Eva ji bo pêşketina romana Kurdî dewlemendî nîne, neyînî ye. Ev derbasbûna xwînerên romana Kurdî yên elît ji xwe dûr dixîne. Xwînerên ne postmodernîst be ditengijîne, dibehecîne û ji xwendinê sar dike. Lewre jî gelek nivco tên hiştên û antî propogandaya wan jî xwînerên din re tê kirin.
Gelo çi heqê romannûsên me heye, yan jî Xwedê ji wan standiye ku hem xwe, hem romanên xwe, hem jî romana Kurdî li ber çavên xwînerên Kurdî reş dikin! Jixwe xwînerên Kurdî, pir kêm in û hê romana Kurdî ya klasîk baş nehatiye nivîsîn û xwendin. Îcar dema xwîner romaneke postmodern digirin destên xwe û dixwînin ji xwendinê û ji romana Kurdî sar dibin. Naxwazin careke din bixwînin û vedigerin romanên serdestan! Naxwazin bixwînin xwînerên heyî lewre ne leheng/karakter diyar e, ne jî bûyer diyar e. Carinan leheng/karekter carinan jî bûyer tevlihev in, îcar dema çend teknîk di nav hev de tên bikaranîn xwîner tam ji xwendinê dûr dikeve. Ya girîng jî ne leheng/karekterên romana postmodern dişibin xwîneran/Kurdan ne jî bûyerên wan.


 

Li hunera Kurdan nayên

Niha belkî em di serdema postmodernîst de bin wekî mirovahî, divê bê zanîn ku Kurd hê tam tevli serdema modernîst jî nebûne. Ango hê me romaneke klasîk ku bikaribe bi çawaniya xwe çaxê dagire nenivîsiye, em radibin romana postmodern dinîvîsin!
Cureyên postmodernîst li hunera Kurdan nayên. Ne ku romana postmodernîst cureyeke xirab e, romana Kurdî ya postmodernîst xirab e. Ne zimanê xwe ne teşî, tevn, bûyer, leheng û karekterê xwe, ne jî bi serdema xwe romana postmodern ji wêjeya xwînerên xwe kêm in.
Kapîtalîzm tiştên ‘ecêb’ dixe çavên mirov. Yek ji wan tiştên ‘ecêb’ jî romana postmodern e! Kapîtalîzm bi romana postmodern bandora romana klasîk a li ser civak û kesan dikuje. Ligel ku romana postmodern û nivîskarên postmodernîst nîvê romannûsan klasîk nabin jî kapîtalîzm wan li ser destan digire. Lewre jî dibin navê nivîsîna tiştekî cuda de nivîsîna romanên postmodern ji bo wêjeya Kurdî zerar e. Ji ber ku xwîneran ji xwendinê sar dike. Bila neyê jibîrkirin ku hê zimanê me nebûye zimanê perwerdeyê, hê çavkaniyên felsefeyî û zanistî bi zimanên serdestan in, hê xwendin û nivîsandina me ya civakê ne bi Kurdî ye. 

Heta zimanê me yê rajîne jî ne Kurdî ye. Wekî Zana Farqînî gotiye “Zimanê me ji zimanê dayikê ketiye, ber bi zimanê pîrikbûnê ve diçe. Bi vî zimanê xwînerên xwe kêm zêde jiyana romana postmodern wêjeya Kurdî romana Kurdî elît, hiştine.
Wekî dawî, her romanûsek divê rewşa zimanê Kurdî rewşa civak û xwînerên Kurdî piyasaya pirtûkên Kurdî û hwd. baş bihesibîne û wisa binivîse! Kurd bi romana postmodern pêş nakevin û bê wê Kurd kêm namînin. Romana ku mirov nikaribe, yan jî nexwaze ji derdora xwe re pêşniyar bike, ji dora xwe re; diya xwe hewjîna xwe, zarokên xwe û hwd. re bixwîne, nikare tiştekî li ser ziman, wêje û çanda Kurdan zêde bike. Çawa ji zarokên heftsalî heta heftê salî romana şer û aştiyê dixwînin, ango dikarin bixwînin, divê Kurd jî wisa bikaribin romanên xwe bixwînin.