Ev destpêka çîroka Midyadê ye. Di derguşa şaristaniyê de awaza “newa-kurdî”, her debi dengê “rem-gerdana çeşmî ahû” de hatiye gotin. Lewra çemê dîrokê di nava nalêna dengê “lîr”ê de diherike. Her nizar, her beroj bûye wargehê lalo.
Li cihekî newala lalo ye, li cihekî nizarê lalo ye, li cihekî diyarê lalo ye. Lalo cihê xwînê ye, “şikêra mêra” ye. Mirî nikarin biaxivin, lê kêlên gora wan, diqîrin. Emê bi gotinên Numan Evdela Ugur dest pê bikin. “Bajarê Midyadê, , bi kurd, asurî-suryanî-keldanî û erebanve wek mozaîka gelan e. Sîstem, ji bo ku heêrmên wilo di detsênx we de bigire siyastea taybet dimeşîne.”.
Ev gotin destpêk e, her destpêk jî dawiyek e.
Destpêk dikarê bibe “nabûdmendiya” Hizb-ul Kontra û kuştina Dr. Edward. Helbet ev pengava nîrê koletiyê ye. Wê rojê, bi kuştina Dr. Edward, stêrika Mecusiyan Sîrîûs bi meqamê “çeşmî ahû”, tevîzî û kesî dengê xwe bilind nekir.
Hingî faşîzma Temo Gewrê, li Gerêneka Tinatê, xwe bi ewrên reş pêça, ji Qesra Hebizbînê herikî, wek kerekorekî belek, şêliha, bi guzeka Midyadê veda. Êdî navê Xweda lewitî, jehrî bû; zanistên Mecusiyan jî, bi falên astarzanî qolincên Dayika Ferxa Meryem ne bihîstin. Bûyîna Îsa, li Nasira fêm nekirin.
Belkî, em di vê mijarê de şerhekê-jêrenotekê deynin û bêjin; gelek jiyanên hatine tefandin wê di “Romana Midyadê” de mikur werin.
Her mikur hatin, ji nû de zindîbûn e û dikarê Midyadê jî zndî bike. Mirina bajaran ji mirina mirovan cûdatir e!... Li Midyadê, Xana Jêr û Xana Jor, çavdêrên çîrokên qedîm teva ne!.. Lê em bi gotinên veşartî dest bi çîroka xwe nakin. Ji ber ku sîstema Midyad, weke navend bijartiye, di kesayeta Midyadê de, Kurdistanê dîl digire.
Numan Evdela Ugur dibêje; “Rejimê, berê eşîret û qurucutî derxistin pêş. Nakokî kûr kirin. Bi vî rengî xwest di nava gelên herêmê de nakokiyan kûr bike. Hilbijartin referanduma li dijî van nakokiyan e. Ev pengavek têkoşîna azadiyê ye”. Ev, dengê rastiyê ye. Kilîda serketinê ye.
Sermiyan Midyad, hunerê selefkariya Hecî Pepe diafirîne. Rengekî kuştina Midyadê ye. Bi navê huner, avşolka mêjiyê xwe li kolanên Midyadê diherikîne. Di diyarî dewşirmetiyê de, çawa bêxelatiyê dijî? Bêxîretî û bê-vijdaniya li hemberî xwîna Dîlzar Midyad e ev.
Yan jî; li hemberî rûmeta Midyadê, Zekiya Midyad, di Komara Tirkiyê de, jina yekemîn e, bû şaredar. Li hemberî vê rûmetê, Sermiyan Midyad, bi “Tevrê Humbaba” Midyad birîndar kir. Weytî li ser hunerê Sermiyan Midyad!...
Kuştina Midyadê, di odeya yek çavikî li ser lîwana Mala Enwer, veşartî ye. Sal 1926, qas leheng û girgirekên Midyadê di wê odeya yek çavikî de dîl hatin girtin. Sedaetînê Keçel jî ajanê dewletê bû û di nava wan leheng û girgirekan de girtî bû. Encam Mihemed Şerîfê Mala Nehroz, ji sedema hevalbendê Haco bû, surgunî Çanakale kirin.
Îro, biraziyê wî Mithat Yenîgun, dibêje, “di pirsgirêka kurd de, ya giring ne xweserî ye, wekhevî ye”. Ev gotin, maqamê “rem-gerde”ya nabûdmendî ye. Berdewam dike; “berî 300 salî, ji bo parastina Suryaniyên Midyadê Malbata Nahroz çûye Midyadê.” Tovê waweylê!... Mithat Yenîgun, bi şêwra çavkaniyên îdeolojiya fermî ya dewletê Fakulteya Teolojî vedike.
Serpîl Yilmaz Sobe jî, dibêje; “pengava yekîtiya neteweyî û biratiyê.” Îdeolojiya yek-yekan, Erdogan jî her roj diqîre. Malbata Nehroz ji bo parastina Suryaniyan çû Midyadê, lê Fakulteya Teolojî wê bibe gora Suryanî Êzdiyan.
Ev tekiliyek”struktur” e, dikare li dijî aksuyoma hiş û raman werê bikaranîn. Di tecrubeyên 84 saliya Komara Tirkiyê de ev rastî her dem hebû. Mêjî dikine fosîl, ji dîrok û dînamîzmê dûr dike. Dejenerekirinek lewitî û bi qirêj e. Divê Midyadî di 30 Adarê de bibin bersivek rasyonal!..
Ev kiryar, di derya qumê de kuştina asoyên hêviyê ye. Kuştina bajarê Midyadê ye. Berî 101 salê, Seîdî Kurdî-Bedîûzeman, zanîngeha bi zimanê kurdî, erebî û osmanî pêşniyazî Bab-i Alî kir. Siltan Reşad jî erê kir. Lê Fakulteya Teolojî, wê ders bi tirkî û di çarçoveya “Bîrdoza Islama Tirk” de werin dayin. Baskekî sîstema dewşirmetiyê!. Ev kiras, li bejna Keliha Nehroz nayê.
Di derya qumê de kuştina asoyên hêviyê!... Ango, kuştina bajarê Midyadê ye. Berî 101 salî, Seîdî Kurdî-Bedîûzeman, Zanîngeha Zehra (HYPERLINK "http://tr.wikipedia.org/w/index.php?title=Medreset%C3%BCz-Zehra&action=edit&redlink=1" o "Medresetüz-Zehra (sayfa mevcut değil)" Medresetûz-Zehra) bi zimanê kurdî, erebî û osmanî pêþniyazî Bab-i Alî kir. Siltan Reþad jî erê kir.
Ji hilbijartinên 30 Adarê re rojên bi hejmar mane, lê Midyad, di zikratan de ye. Divê, dîroka bexîl û birîna mûmarî, xiyaneta li ser devê xencerê ji holê werê rakirin. Divê gelê ereb, kurd, suryanî, tevahiya gelê Midyadê, desturê nedê bazirganiya selefkarî û darbeyên post-dolarîzmê...
Divê mîna tevahiya Kurdistanê, 30 Adarê bibe roja azadiya Midyadê,.
(Emê berdewam bikin.)
Romana Midyadê -I-
Her bajar çîroka gelê xwe dijî, her gel çîroka bajarê xwe dijî.