Weşanen Na li romanên kurdî yeka din zêde kir. Na´yê romana nivîskar Sanî Bahadir a bi navê “Hezkriina ji dil bêgemar e” weşand. Li ser romanê Enwer Ehmed dibêje, “Bi çîrokê re her tiştê duh li îro vedigere, bûyer dipeyivin, ax disincire: Ji nûve ew rengê ku winda bûne geş dibin û li civakê vedigerin. Ji ber vê yekê min got çîrok zimanê rabûrdûya civakê ye. Lewra çawa ku her civak xwedî dîrok e, her dîrok jî xwedî çîrok e.”
NAVENDA NÛÇEYAN