Roman ji serhildanên Kurdan, koçberî û dahûrandinên deshilatdaranên koçberkirinê pêk tê. Çîroka nifşê nû yên hatine guhertin li keviyên bajaran hatine wendakirin, tê pirsyarkirin. Roman ceribandina nivîskî ya nivîskar a ewil e. Bi devê leşkerekî ku tevlî serhildana Dêrsimê dibe, tê vegotin. Piştî hilweşandina mezin, qedera ku hatiye jiyîn bi xwe re dibe Birahîmê Botî, di dema qirkirinê de bi dû şopa zarokekî ku xelas dike, dikeve. Piştî qirkirinê ev zarok koçberî Edeneyê dibe ku sal 1990 e û rastî serhildana dawî ya pêşeroja dîroka xwe dibe. Tevahiya lehengan bi rastiya li Çukurovayê tên ba hev, bi jiyaneke hevpar a koçberiyê re.
Leheng zarokê malbata koçber e
Leheng bi xwe zarokekî malbateke koçberî Çukurovayê bûye, dibe awêneyek ji trajediya koçberên ji xaka bav û kalên xwe bi dûr ketine. Roman bi sê beşan tê hûnandin. Raborî, siberoj û ji koçberiyê avakirina bêwelatbûnê ji rastî û çîrokên kurdewariyê pêk tê. Nivîskar, hilweşandinên ji şer, tişta qewimî, koçberkirin, qirkirina Dêrsimê; bi romana xwe re lehengan bi awayekî sosyolojîk û herikbar pêşkêşî xwendevanan dike. Nivîskar li hember teza pergala totalîter a “kesê ku raboriyê qontrol bike, siberojê jî qontrol dike”, bi xwe dibe rûyê din yê îroyîn ku bûye bertekeke tevgera raboriyê û xwendevan bi çîroka xwe re rû bi rû dihêle. Bi awayekî din, ev pirtûk dibe awêneyê dîroka derbasbûyî ya ku dixwestin bê jibîrkirin, di hişmendiya mirov de didahûre û nade jibîrkirin.
Fevzî Esen kî ye?
“Jiyanên Hevpar (Ortak Hayatlar)” romana nivîskar Fevzî Esen a yekemîn e. Fevzî Esen lawê malbatekê ye ku sala 1908’an koçberî Edeneyê bûye û sala 1975’an li navçeya Dihê ya girêdayî navenda Sêrtê, hatiye dinê. Sala 1990’an tevlî nava refên gerîlayan bûye. Sala 1991’an li navçeya Qilabanê ya girêdayî Şirnexê hate girtin, cezayê muebetê girt û hîn girtî ye.
DÎHA/AMED