Romaneke şêmûgê û karektera Nesrîn
Rob Doyle bi kitêba xwe ya bi navê “Threshold (Şêmûg)” kitêbeke ecêb e. Kitêba ku fîksiyon e, di nava otobiyografî û fîksiyonê de didewise. Jixwe bêjerê romanê ku di heman demê de qehremanê romanê ye jî Rob Doyle ye. Rob Doyle di romanê de behsa epîzodên di jiyana xwe de dike. Gava vê dike jî hewl dide metnên pexşanê yên fîktîf û yên otobiyografîk dinivîse. Ha ev aliyê qehremanê romanê û nivîskar e ku jixwe şêmûgê dike şêmûgeke din. Êdî otobiyografî yan jî bi temamî fîksiyon, roman li ser jiyana zilamekî gelekî xwende, xasma di fîlozofiyê de dike. Ev zilamê hanê ew qasî ji welatê xwe Îrlandayê aciz bûye ku wî weke depresîfker û mekanekî divê mirov xwe jê dûr bigire, dibîne. Ji ber wê jî mekan her diguhere: Başûrê Emerîkayê, Sîsîlya, Berlîn, Parîs, Kosta Brava û gelek deverên din. Li van mekanan ew her hişbiran diceribîne, yan jî distîne, ji ayahuaska heta bi kuvarikên efsûnî. Ew di destpêkê de her li pey seksê digere, lê paşê dev ji vê berdide û dixwaze bibe heval, herwiha yên jinan jî. Lê ne karnavelesk e ev romana hanê; tenê enerjiyeke zêde, komedî tahliyeke ji ya jiyana rojane zêdetir tên nîşandan. Di romanê de karaktereke “hunermenda Kurd Nesrîn” jî heye ku li bajarê Elmanyayê Kasselê dimîne. Dem dema Documenta ye. Nesrîn xwe nîşanî Rob Doyle nade, lê jê dixwaze di projeyeke wê ya hunerî de cih bigire. Ew wî dişîne deverê cihê û piştre wêneyên wî yên ji kamerayên kontrolê hatine girtin jê re dişîne. Wî dibe nava konekî bi gotina wî “Ev berevajî konekî bi rastî, berhemeke hunerî ya bi rastî bû”. Axir di vê beşê de mirov dibîne ku karaktera sereke dikare ji xwe pê ve jî li hin tiştan bifikire: projeya hunerî ya konî balê dibe ser rewşa penaberan a li Ewrûpayê. Ew ê Nesrînê nebîne, lê gava ku wê êdî ji Kasselê veqete jî li xwe mikur bê ku ew “dilketiyê” hunermenda Kurd Nesrînê ye. Ew qasî împresiyon (tesîra encama çavdêriya) hatiye vegirtin ku mirov carinan ji hev dernaxe ka xiyal e ya tê vegotin yan tiştên hatin serê kesekî serxweşê hişbiran. Întîbaya dawî, romaneke zêde bajarî ye ku awayê nivîsa wî bi xwîner re dihêle, û belkî her kes jî nikare xwe li metn û gotinên evqasî li dora “ego”yekê geriyayî bigire. Derfet û hevalên ji hev qut nabin ên Rob Doyle yê romanê jî dibe zêdekirina li bavî. Yanî ne romaneke ku illeh mirov bixwîne; me ji ber karaktera Nesrînê xwe pê kir. FRANKFURT