RÊDÛR DÎJLE / MA / AMED

Me got dê bajar xera bikin, dê ji destê me here. Çimkî ev der dilê me bû, dilê me şewitî. Piştî dilê me şewitî, min xwest herduyan bigihînim hev. Yanî min hewl da bajarê şewitî û şewatê bigihînim hev û romaneke wisa derket holê.

Nivîskarê Romana “Kevirên Şewitî Veysî Ulgen, ku balê dikişîne ser hêleke berxwedana li Sûrê, got, “Kevirên Şewitî” jiyana Kurdan e û romana bajarekî dorlêgirtî ye. Ulgen, destnîşan kir ku edebiyat û îqtîdar ti carî li hev nakin û edebiyateke xurt dikare maskeya îktîdaran daxîne.

Romana “Kevirên Şewitî” ya Veysî Ulgen ji Weşanên J&J’yê derket. Kevirên Şewitî, hêleke berxwedana xwerêveberiyê ya li Sûra Amedê ku 104 rojan dewam kir, vedibêje. Der barê romana wî ya nû de, me bi Veysî Ulgen re sohbet kir.

Romana yekem a nivîskar “Dîroka Sar Hêviyên Germ” bû, beriya wê jî wî 3 jê çîrok, 2 jê roman û 3 jê jî lêkolîn 8 pirtûk nivîsandibûn. Lê belê zimanê van hemûyan Tirkî bû. Çima berê xwe da Kurdî: “Wê demê nivîskar Mehmet Uzun li Amedê li nexweşxaneyê bû. Ji ber ku bijîşk im û min seh kiribû nexweş e, çûm ba wî. Ji min re got, ´Tu bi kurdî binivîsî wê baştir be.´ A rast min cesaret nedikir. Min digot, ´Ez bi kurdî binivîsim, ez ê çawa bi ser kevim.´ Lê piştî vê min çend çîrok nivîsandin. Piştî min nivîsand min nîşanî hevalan da û gotin, ´Baş in´. Çîrokên te ên bi Kurdî ji yên bi Tirkî zelaltir in.´ Bi vî awayî min ber bi Kurdî ve daf dan.

Rojekê jî dema li Weqfa Mafê Mirovan ku li hemberî Şaredariya Mezin a Amedê ye, dixebitîm, piştî bi qeyûman dest danîbûn ser şaredariyê, min dît tabelaya şaredariyê rakirine. Ev yek pirr li zora min çû û fikirîm ku êdî ez ê bi Kurdî binivîsim û min dest bi romana ´Dîroka Sar Hêviyên Germ´ kir.”

Em berê xwe bidin sohbeta mayî.

Navê romana te ya nû “Kevirên şewitî” ye. Ji navê romanê jî diyar e ku mijara romanê mijareke trawmatîk e. Ji bo xwînerên Kurdî tu karî bi kinayî behsa çîroka “Kevirên Şewitî” bikî?

Hemû romanên min li ser dîroka nêz, dîroka zindî ne. Du maneyên “kevirê şewitî” hene. Maneyeke wê dîrokî ye, avakirina bajaran e. Mesela, Çiyayê Qerejdaxê çend hezar sal berê teqiyaye û bi vê teqînê re lav rêtiye. Niha em li vira rûniştîne, binê vira (sûlava ku berê ber bi Baxçeyên Hevselê ve diherikî nîşan dide) ne kevir in, lav in. Wexta lav yanî agir cemidiye bûye kevir û paşê ew kevir hatine çêkirin û bi van keviran Sûr hatine avakirin, xanî hatine çêkirin. Maneya wê ya duyemîn jî, jiyana Kurdan e. Jiyana Kurdan jî wisa kel e, agir e û sar dibe. Yanî kevirê bajêr ewilî agir bû, paşê bû kevir. Îcar jiyana Kurdan jî agir e.

Bi çi awayî?

Bindestî, koçberî, mirin, tinebûn, zext e. Ev hemû agir in. Ev agir jî sar dibe û dibe kevir. Yanî maneya wê ya yekemîn avakirina bajaran û ya duyemîn jî avakirina jiyana Kurdan e. Helbet Kurdan ti carî nexwestiye bi vî awayî bijîn, lê yên ku Kurd kirine bindest xwestine Kurd bi vî awayî bijîn. Jiyana wan agir e, diqemitin, dişewitin. Piştî vî agirî jî êşa wan sar dibe.

Em ji Pasûra Amedê ne û bavê min jî dengbêj bû. Dema di kilamên xwe de behsa bajarê şewitî dikir, digot “Diyarbekir, Diyarbekira şewitî…” Min xwe bi xwe digot “Çima bajarê şewitî? Kengî şewitiye?” Digotin, “Neşewitiye, kevirên wê reş in, wekî şewitîbin.” Di zarokatiya xwe de pirr difikirîm ku çawa kevir dişewite û min kevirên li derdorê dişewitandin. Wexta carinan diçûm Amedê min li van keviran dinihêri û min li kevirên ku şewitandî ne dinihêri. Lê ne wek hev bûn. Paşê min dît ku di van keviran de jiyan heye.

Dema te ev roman nivîsand, te çi hilbijart û reddiyeyên te çi bûn?

Min jiyana rasteqîn, dilêşî, xewn û xeyal, berxwedan hilbijartin. Min dilşikestinî, hêvîşikestinî red kirin. Jixwe, di dawiya romanê de tê gotin “Kes nikare hêviyê bişikîne.”

Em dibînin ku romana te “Kevirên Şewitî” bal kişandiye hêleke berxwedana li Sûrê ya 104 rojan. Gelo ev çîroka “bajarê şewitî” piştî vî şerî li cem te peyde bû?

Gava ku li Sûrê şer qewimî, bajar bi şev û rojan li ber dengê topan raket û şiyar bû. Li vî bajarî sê mehan; nîvê şevê, bir roj tank û top diteqiyan. Jiyana vî bajarî sê mehan bi tank û topan domiya. Em dizanin ev tank û top li çolekê nateqin. Li cihê ku mirov lê dijîn diteqin. Ev yek dilê mirovan dax dida. Li hember vê, mirov nikaribûn xwe li ker û laliyê deynin. Çavgirtin, ne tiştekî wijdanî ye. Lê min ev roman tenê, ne ji bo ku karibim tiştekî bikim, nivîsand. Min xwest vî bajarê şewitî û dîrokî bikim belgeyeke dîrokî û fikirîm heger em vê yekê, vê jiyanê nenivîsînin, sibe dê ji bo vê çîrokeke din bê gotin, ew ê bê manîpulekirin.

Her wiha min çîroka bajarê Şewitî ji berê de li mêjiyê xwe bi cih kiribû. Min li vî bajarî 6 salan zanîngeh xwend. Di van şeş salan de çar salan li vî bajarî mam, xaniyê min hebû. Jixwe, di “Kevirên Şewitî” de bûyer li hewşekê derbas dibe. Min ew hewş dîtiye, min ew kes nas kirine. Sala 1987-88’an min jiyana wê hewşê nivîsandibû. Ji wê çaxê ve di serê min de bû. Îcar piştî ku sala 2015’an de li vira şer qewimî, em kesên ku di nava Sûrê de jiyabûn, me got dê bajar xera bikin, dê ji destê me here. Çimkî ev der dilê me bû, dilê me şewitî. Piştî dilê me şewitî, min xwest herduyan bigihînim hev. Yanî min hewl da bajarê şewitî û şewatê bigihînim hev û romaneke wisa derket holê.

Dema vê berxwedanê dest pê kir, li ser asasê “xwerêveberiyê” hatin destpêkirin. Lê di “Kevirên Şewitî” de, mirov pir kêm leqayî vê yekê tê.

Çimkî mijara “Kevirên Şewitî” ev nîne. Ev romana bajarekî dorlêgirtî ye û di vê dorlêgirtinê de jiyana li nav bajêr e, nêrîna wan a ji bo şer e, jiyana wan a di nava şer de ye û rastiya wan a şer e. Min xwest van tiştan derxim holê. Lê ev nayê maneya înkarkirina vê yekê. Her wiha, min xwest jiyana berê û ya niha qiyas bikim.

Şêxmûsê ku berê pêxwasekî Sûrê bû û di romanê de dibêje, “…Zarokê vî bajarî me. … Me çi kiribe ji ber hezkirina vî bajarî kiriye. Bira mirina me jî ji bo vî bajarî bibe diyarî.” Dema mirov bin vê gotinê bikole, bi rengekî balê dikişîne ser karektera rêveberiya xweser û rêveberiya biyanî…

Her çend di romanê de pir qala rêveberiya xweser nehatibe kirin û rasterast nehatibe binavkirin jî, wekî di destpêkê de min got, roman bi pirranî li hewşekê derbas dibe û mekanê sereke yê romanê hewş e. Îcar ew jiyana li hewşê di esasê xwe de, rêveberiya xweser bi xwe ye. Jiyana hewşê rêveberiya xweser e.

Şêniyên hewşê bi xwe biryarê digirin. Rêveber ew in, îdare ew in. Ma jiyana xweser jî ne ev e? Di edebiyatê de carinan hin tişt nayên nivîsandin, di hin weziyetan de xwe didin der.

Bi çi awayî?

Ew xwe bi xwe, xwe bi rê ve dibin. Li wê hewşê kî heye? Rihan (Rihê), Xaltiya Zayde, Gulê, Sînem, Sofî û hinek şervan li wir in. Şêniyên hewşê bi xwe biryarê digirin. Rêveber ew in, îdare ew in. Ma jiyana xweser jî ne ev e? Di edebiyatê de carinan hin tişt nayên nivîsandin, di hin weziyetan de xwe didin der.

Mesela li wir çi dikin? Diçin tenûrê nû çêdikin, destar derdixin, diçin amûrên text ên malên bar kirine, tînin û dişewitînin û xwe pê germ dikin. Ev ne şêlandine. Ma ev tine bin dê Sofiyê nexweş û di nava livînan de çawa karibe bijî? Li wir karbeşî heye. Kî li ser serê wan e? Ne qeymeqamek, ne waliyek, ne şaredarek… Ew bi xwe ne û ev mînaka vê ye. Yanî karê vê romanê ne ew e ku bibêje rêveberiya xweser wiha ye...

Di romanê de çima Rihê sê meh e nemiriye? Yanî berxwedan tenê ne gule ye. Ev roman romana berxwedana ji bo jiyanê ye. Hin kes dibêjin, çima te di romanê de zêde cih nedaye jiyana şervanan. Lê armanca vê romanê ne ev e. Heger van kesan di navbera xwe de kar parvenekirina, Sofiyê extiyar û nexweş wê di hefteyekê de bimirana. Lê ji ber parvekirina kar, Sofî du meh û nîvan dijî. Şervanên li wir jî tenê şer nakin. Diçin guleya xwe berdidin û tên li Sofî dinihêrin, binê wî paqij dikin. Ev parvekirin, jiyana xweser bi xwe ye. Yanî di romanê de îlankirina rêveberiya xweser tine, lê jiyana xweser heye.

Di romanê de tişta ku zêde xwe dide der mekan e. Em di “Kevirên Şewitî” de dibînin ku bûyereke trawmatîk bûye sedema têkiliya di navbera civak û bîrê de. Ji bo têkiliyek di navbera bibîranîn û mekan de çêbe, divê bûyereke traqmatîk hebe?

Ev yek tenê xwe di rewşên trawmatîk de nadin der. Jiyan û tiştên xweş jî mekanan tînin ber çavê mirov. Lê di rewşên travmatîk de ev yek bêtir derdikeve holê. Şer, koçberî, zelzele, îşkence, kuştin, mirin... mekanan zêde tîne bîra mirov. Çima? Beriya travmayê jiyaneke wan a xweş û delal hebû. Di rewşên wisa de mekan, mirov ber bi rastiya xwe ve dibin. Di “Kevirên Şewitî” de jî rewş wisa ye. Mesela Ahmet bêriya hewşê dike, bêriya evîna xwe ya li wir dike. Heger ev şer nebûna, belkî ev der nehatana bîra Ahmet ku li rojavayê Tirkiyeyê di nava pereyan de geviziye û ew ber bi rastiyê ve nekişandana. Her wiha jiyana hewşê kollektîfbûyîn bi xwe ye. Ew bibîranîn û mekan dibin sedema jiyaneke nû.

 

Edebiyat divê kiras biguhere

Bertolt Brecht ji bo desthilatdariya Elmanyaya Nazî dibêje, “Ev çi serdem e, êdî mirov nikare behsa darekê jî bike.” Niha li Tirkiyeyê jî atmosfere wisa heye. Di vê çarçoveyê de edebiyat çi qasî dikare maskeyên îqtîdaran biçirîne?

Li tevahiya cîhanê edebiyat di bin zextan de geş bûye. Mînak; edebiyata piştî şoreşa li Rûsyayê, li Fransayê ku ev edebiyat tesîrê li hemû cihanê kir. Di rewşên zext û zorî de edebiyateke xurt derdikeve holê. Te mînaka Brecht da. Têkildarî vê, rewşa li Tirkiyeyê jî dikare bibe sedema edebiyateke mezin û xurt. Jixwe, pirsgirêka edebiyatê îqtîdar e û daxwaza wê ya sereke jî azadî ye. Edebiyat û îqtîdar ti carî li hev nakin û ev yek ji xwe re nekiriye armanc. Îcar heger edebiyat wek mar kirasê xwe nû bike û kirasê lawazî û betalî, tembelî û mirinê ji ser xwe bavêje, dê karibe wê maskeye daxîne. Çimkî edebiyat ti carî bi dewlet û îqtîdaran re bazirganiyê nake û mehkûmkirinê qebûl nake.