Romîniya Sîdo ya ji Efrînê li Şehbayê di warê muzîkê de him xwe perwerde dike him jî zarokên din perwerde dike. Romîniya Sîdo û hevalên wê komek jî ava kirin û navê hevala xwe ya şehîd dan komê.
SOLÎN REŞÎD/TOLÎN HESEN / ANHA/ ŞEHBA
Romîniya Sîdo keçekê Efrînî ye û vê gavê ji ber dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê li Şehbayê li gel malbata xwe dimîne. Romîniya gelek hej muzîkê dike û gava li Efrînê bûye li peymangeheke xwe fêrî kemanê kiriye. Romîniya ku him xwendekar him dersdar e, bi zarokên Efrînî re li Şehbayê kar û xebatên xwe yên muzîkê didomînin.
Zarokên Efrînî yên li Şehbayê digel zext û zorên wê, xwe li jiyanê digirin. Romîniya Sîdo û hevalên wê li Şehbayê komeke muzîkê ava kirine. Her wiha endamên komê li mala Romîniya ji bo fêrbûna lêxistina keman, buziq, defê û li ser stranên Kurdî perwerde dibin. Li wir Romîniya carna dibe dersdara kemanê carna jî li gel zarokên din dibe xwendekar.
Pêşî xwe bi xwe perwerde kirin
Pêşî Romîniya li gorî zanebûna xwe zarokên din perwerde dikir. Paşê Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a li Şehbayê ji wan re dersdarek peyda kir.
Navê hevala xwe şehîd li komê kirin
Lê dersdarê wan bêyî notayê keçan perwerde dikir ji ber hemû materyalên muzîkê li Efrînê mabûn. Her ku çû xebatê zarokan xweştir û geştir bû. Piştî wextekî asta muzîkê ya zarokan kemilî û xwestin xwe wekî komeke bi nav bikin. Ji bo navlêkirina komê jî, navê hevala xwe ya şehîd Hêva Kilaho kifş kirin. Hêva Kilaho, hevala wan bû û di encama êrîşên artêşa Tirk a dagirker de li dijî gundê Basûta ya kantona Efrînê şehîd bûbû. Hêva Kilaho gava li Efînê bû endama koma govendê bû.
Zehmetî hene
Romîniya ku weke pêşenga koma Hêva Kilaho ye, li ser kar û xebatên komê wiha dipeyive:”Niha em li ser 12 stranan perwerdeyên xwe dibin. Em hindek astengiyan li ser du amûran dibînin, lê xwesteka me heye. Ji ber tunebûna notayên muzîkê ji bo pêşxistina xwe em zehmetiyan dikişînin.
Bila zarok kultura xwe biparêzin
Armanca me ji perwerdeyan, em xwe bi pêş bixin. Derketina me ji Efrînê tu bandor li girêdana me bi çanda me nekir. Em bang li hemû zarokan dikin ku tev li Tevgera Çand û Hunerê bibin da ku kultura xwe biparêzin.”
Zarokan jî perwerde dike
Ji xeynî karê koma Hêva Kilaho, piştî ku Kevana Zêrîn amûr ji wan re peyda kirin, Romîniya niha 5 zarokan li Kampa Serdemê fêrî lêdana amûra muzîkê kemanê dike.