Meha adarê ne tenê daye sibatê sê rojên xedarê, daku gîskan ji latan bîne xwarê! Wek baraneke xwîn rijandiye ser vê xaka ku bi dehan salan e, bûye landika hebûn û jiyanê. Pirrên caran şîn û gîrî lê hêwiriye bi bayê fermanê. Hawar Adaro Hawar!”
Mirov jî, cîhan jî, dem û gerdûn jî dizane ku rûpelên dîrokê ji aliyê bêbext û dagirkeran ve hatiye lewitandin, rastî belovajî kirine, lewma em neçin ta çîroka Newrozê, ji ber ku rastî ne zelal e. Lê xuya dibe dek û dolabên Fîrdewsî û qelemlîstina Sasaniyan. Dibe ku wan Astiyagê pîr û pak ê wek Vistespa di pirtûka pîroz Avestaya Zerdeştê kal de derbas dibe, bi navê Azlî Dehak jî firotibin me. Ya baş em vegerin dîroka nêz.
Sal 1982, şeva 21’ê Adarê, dagirkerên Tirk yên bi xwina cinawirên har li zindanan bi bêwîjdanî mirov di cendereyên wehşetê de dihêran. Dîwarên zîndanan dizariya, dayîkan zêmarên şînê dilîlandin! Wê axîn û hawarê rondik guherandibû dilopên xwînê, divîbû yekî bigota; “bes e!” Rêberê bêmirin giyanpakê pîrê giyanpakan Mezlûm Dogan bi sê niftan agir berda tirsa mirinê, mirin tirsiya, bû sîleyeke û bi weş li rûçikê celadan ket.
Sal 1985, 30’ê Adarê! Serfermandarê fermandaran, tirsa di giyana gel de bi guleya xwe li Erûhê bi teqandina yekem kuşt, di şerekî bêbextiyê de li ezmanê welatê me bi tirîjên rojê re per veda! Çiya û banî bi qêrîn û hawarê gotibûn: “Egîîîîît! Fermandarê tirs kuştî! Ey Masun Korkmaz!“
Sal di ser salan de gêr bûn û hat 16’ê Adara 1988’an. Vê carê jî qêrîn û “Hawar! Hawar! Hawar!” li deşta Şarezor a Helebcê li kêleka Sulêmaniyê, wek mînaka wê helbesta bi hewremî; “Erebên zûrker kirine xapûr / ji Paleyê Gîneyî ta Şarezor!” Mij û dûmaneke bi xwînê barî ji ezmanan; 5, 6, 7 hezar can man bê giyan li kolanan!. Saddamê Baasiya çêlikê Kemalîzmê gaz reşandibû ser nîşanên jiyanê. Cihana bêbext ker û lal, dewletên îslam di civîna welatên îslaman de Saddam pîroz dikirin, bi bilqikên kenê bi me dikeniyan, lê hê jî bêmêjiyên bi pêşa van bêbextan ve zeliqî hene, hem jî bi hêviya bihuşta nezanan!!.
Sawa meha Adarê ji xwînê têr nebû û nebû! Beş bi beş wek saweke mirinê li parçeyên Kurdistanê digeriya. Sal bûbû 2004, roj 12’ê Adarê, wê kêliya ku em li benda hêviya biharê bûn. Vê carê jî li Qamişlo hevalcêwiya Nisêbînê, li qada pêgogê hawara kujeriyeke din di ezmanê bîra me de wek birûskê veda û bêhn li me çikiya. Bêbextên wê demê, îro jî di hemêza dagirkerên Tirk de ne.
Adarê hey Adarê, me dixwest em bêjin destpêka biharê! Bihareke bi hêvî jî derkeve pêş me, vê carê, lê na! Dagirkerên Tirk ên faşîst ji cunta leşkerî wehştir, ne tenê li pey girtin û kuştinan e, bi hemû hêza xwe ve hewl didin ku warê landika jiyanê biguhezîne çolistanê. Bi dînê xapînok, bi partî û reşahiyên lewitî, bi trolerên her dek û dolaban wek hêviyê nîşan didin, bi îtîrafkar û têkçûyên ku di medya civakî de siberoja xwe di siya faşîst de dibînin û wê wek rastiyê difiroşin. Dixwazin bi bikaranîna van derdoran qendîla ku wek hêvî li çiyayên Qendîlê vêketî, di vê Adara sala 2017’an de bi alîkariya îxanetê vemirînin. Na! Divê em nehêlin!
Na bes e Adarê! Bihar berê her kesî mafê kulîlkên Welatê Rojê, landika mirovahiyê, hêviya mirovbûnê ye. Bimire bêbextiya jiyanê, îxanet û xwefiroşî!.