Di ser çapa hejmara pêşî ya kovara Ronahiyê re 75 sal derbas bûn ku ji aliyê mîrê zimanê Kurdî Celadet Bedirxan ve sala 1942’yan di dema Şerê Cîhanê yê Duyemîn de derçû. Divê bê bibîrxistin ku Ronahî ne wekî Hawarê bi du zimanan bû, lê xwerû bi zimanê Kurdî, bi Kurmanciyê û bi tîpên Latînî bû. Naveroka wê bi giranî li ser bûyerên şer e. Nûçeyên şer, çekên nûderketî, rewşa eniyên şer, jiyana gelan, lehengiya leşkeran, qehremaniya fermandaran û hwd. hemûyan di rûpelên Ronahiyê de cih girtiye. Ronahî li dijî faşîzm û Nazîzmê bû. Kovar bi her awayî pesnê şerê eniya li dijî faşîzmê dida. Kovara Ronahî bi nûçeyên şer, gotar, çîrok, şîrove û wêneyên xwe kovareke magazîna nûçeyên şer bû. Loma jî pirraniya nûçe û wêneyên wê li ser şer bûn. Lê, li gel van nûçeyên şer, di nav rûpelên kovara Ronahî de li ser folklor û wêjeya Kurdî jî gelek nivîs hene. Weşanxaneya Jîna Nû 28 hejmarên kovara Ronahî ber hev kirin û ew hemû weke bergekî weşandin. Çapxaneya Jîna Nû pêşgotinek li ser kovar û xwediyê wê nivîsandiye ku di pêşgotinê de gelek agahiyan dide xwendevanan. Pirtûka berhevkirina hemû hejmarên Ronahiyê 584 rûpel in. Di nav rûpelên kovarê de gelek îmzeyên hêja û navdar hene. Nivîskarên Kurd, li ser jiyana Kurdan, têkiliyên civakî di nav wan de û li ser gelek tiştên din nivîsandine.


Helwêsta Celadet

Hin kes dikarin vê şîroveyê serê ewil ecêb û bêwate bibînin û Celadet tewanbar bikin ku wî bi vê helwêsta xwe ya propagandaya welatên hevalbend (mutefîk) dikir. Lê helwêsta Celadet, helwêsteke rast e, ji ber ku Celadet bi vê helwêstê di nîrê şer, krîz û tinebûnê de hem kovara xwe ya heyî Hawar domandiye û hem jî bi vê helwêstê kovareke din ji bo ziman û wêjeya Kurdî kiriye xelat. Celadet stratejîstekî hêja bû û ya ku bû sedem ‘Ronahî’ derkeve ev stratejî bi xwe ye. Her çiqas welatên hevalbend piştgirî nedana Celadet jî wî li gor dîtina xwe ya cîhanî demokrasî biparasta û wê li dijî faşîzma Musollini û Nazîzma Hitler derketa. Ronahî wekî pêveka ‘wêneyî’ ya Hawarê derketiye û bi rastî jî mişt wêne ye. Bi vî awayê xwe di warê dîtbarî de kovareke bêhempa ye. Wêne zêdetir têkildarî şer in.


Wê çaxê ewqas wêne

Di tevahiya 28 hejmarên wê de kêm zêde bi qasî 708 wêne cih digirin û ev jî di zik hev de ji bo her hejmarê dike 25 wêne. Gava ku mirov li 57 hejmarên Hawarê dinêre û di van 57 hejmaran de bi tenê 5 wêneyan dibîne di warê wêne û dîtbariyê de pêşketina Ronahiyê jixweber dipeyite. Divê mirov ji bîr neke ku ji bo wê demê di salên 1940’î de di wan şertên şer de peydakirina klîşeya wêneyekî bi serê xwe pirsgirêkeke mezin e. Di Ronahiyê de hejmara ku herî pir wêne tê de hatine weşandin, hejmara 3’yemîn e. Di vê hejmarê de 45 wêne hatine weşandin, ev hejmar 20 rûpel e. Dîsa di heman hejmara 3’yemîn de di nivîseke bêîmze de di rûpela 2’yemîn de heye û mijara wê nivîsê wêneyên kovarê ne. Nivîs di navbera Sînemxana qîza Celadet û Celadet de ji diyalogekê pêk tê. Wêneyên kovarê bala keçika biçûk Sînemxanê dikişînin, Sînemxan pîştî ku li kovarê dinihêre ji bavê xwe re dibêje ku kovara din ango Hawar ji Ronahiyê qenctir e ji ber ku di Hawarê de wêneyên Kurmancan hene û di Ronahiyê de ji wêneyên Îngilîz û Fransiyan pê ve ti wêne tine ne. Celadet jê re dibêje ku Ronahî çêtir e ji ber ku wêneyên Ronahiyê pitir in. Keçik dîsa jê re dibêje heger Ronahî jî wekî Hawarê ya Kurmancan be wê çaxê di wê de jî divê wêneyên Kurmancan hebin. Celadet jê re dibêje ku şer e û wêneyên Kurdan li cem wan nîn in. Sînemxan diçe wêneyekî xwe yê ku bi birayê wê Cemşîd re hatiye kişandin tîne dide bavê xwe û dibêje: “Ji te re wêneyekî Kurmancan, ma ez û Cemşîd em ne Kurmanc in?” Lê Celadet nikare vê daxwazê pêk bîne.


Têkiliya Ronahî û Hewarê

Gava ku hejmara Ronahiyê ya ewil di 1’ê Nîsana 1942’yan de bi 14 rûpel û 25 wêneyan derdikeve, hingê Hawar 10 salî ye û di hejmara xwe ya 42’yan de ye. ‘Hawar’ di tebaxa 1943’yan de bi hejmara xwe ya 57’an ku ji 18 rûpelan pêk tê dawî li weşana xwe tîne. Ronahî heta hejmara 28’an û dîroka qedandina Şerê Cîhanê yê Duyemîn ango 1945’an weşana xwe didomîne.

 

Pêveka Hewarê

Lê piştî ku ‘Hawar’ radiweste jî di her 11 hejmarên Ronahiyê de îbareya Fransî ‘Supplément illustré de la revue Kurde Hawar’ ango ‘Pêveka wêneyî ya kovara Kurdî Hawarê’ didome. Lê di esasê xwe de gava ku Hawar di weşanê de ye jî Ronahî ti carî nabe ‘pêveka’ wê, ji ber ku ji ‘buhayê’ Hawarê cuda buhayekî Ronahiyê heye, belavkirina wê ne li ser Hawarê, bi awayekî cuda ye, naverok û teknîkeke xwe ya din heye. Jixwe piştî sekinandina Hawarê, Ronahî bi her awayî kovareke cuda ye. Celadet dibe ku ji ber van sedeman Ronahî wek pêveka Hawarê dabe xuyakirin jî yek; nostaljî û navdariya Hawarê du; sedemên fermiyetê, sê; proje yan jî hêviya dîsa derxistina Hawarê. Ji xeynî hejmarên 23 û 26’an ku ji bo du mehan derketine û ji xeynî hejmara dawîn a 28’an ku piştî hejmara berî xwe bi şeş mehan derketiye, wekî din Ronahî ji hejmara ewil heta hejmara 22’yan her meh bi awayekî sîstematîk derketiye.


Sîstema Ronahiyê

Lê di Hawarê de ev pergal û sîstematîkbûn nîne, ji ber ku hejmarên Hawarê carinan ji 15 rojan carekê, carinan jî mehê carekê, hejmara 24’an piştî 4 mehan, hejmara 26’an piştî salekê, hejmara 27’an piştî 6 salan bi awayekî bibêpergal derketine. Her wiha Ronahî di warê alfabe, rastnivîs û zimên de jî ji Hawarê sîstematîktir e. Ji ber ku Ronahî xebata wî ya dawîn e, mirov ziman û rêzimana Celadet a herî nîhaî jî di ‘Ronahiyê’ de dibîne. Di ‘Ronahiyê’ de ziman û gelek tişt êdî rûniştî ne. Ji xeynî çend tiştên biçûk û ‘ne’ya qertafa neyîniyê û lêkera ‘bûn’ê ku ji peyvê cuda hatine nivîsîn (mînak ‘ne kuştî bûn’) rêzimana me ya ku em îro bi kar tînin a Ronahiyê bi xwe ye. Ronahî bi dîtbarî û gelek aliyên xwe kovareke kemilî ye, kovareke klas e.



Hejmara yekemîn a Ronahiyê


Kovara Ronahî bi dîrektoriya Celadet Alî Bedirxan, li bajarê Şamê, di 1’ê nîsana 1942’yan de, bi îbareya Fransî “Supplément illustré de la revue Kurde Hawar” (Pêveka wêneyî ya kovara Kurdî Hawarê) dest bi weşanê dike. Di bergê kovarê de balafirên şer ên Îngilîzî li esmanên peravên Norwecê bombeyan bi ser keştiyên dijmin de dibarînin. Pir balkêş e ji ber ku 28’emîn hejmara kovarê ya dawîn a ku dîroka wê adara 1945’an e, jî bi heman balafirê diqede; lê îcar balafir dijberî balafirên bergê hejmara yekem ne li esman li erdê ye û ew piştî nivîsa kovarê ya dawîn a Qedrî Can tam di dawiya kovarê de, li jêr, daketiye erdê û bi vî awayî kovarê weşana xwe sekinandiye. Çapa kovarê li esman bi balafirên firiyayî dest pê dike û li erdê bi balafireke lûsiyayî diqede. Her wiha hemû hejmarên kovarê bi nivîs û wêneyên xwe di lehê Fransa û Îngilistanê de piştgiriyeke aşkera ji dewletên ‘hevalbend’ re dike. Şîroveya van balafirên şer ên Îngilîzî ev e: ‘Ji ber ku herb hebû û Îngilîzên ku wê heyamê serdestî Şamê bûn û wan ji bo propagandaya xwe ya Şerê Cîhanê yê Duyemîn piştgirî dida kovarê. Gava ku şer di 1945’an de qediya, weşana kovarê jî qediya.


Naveroka Ronahiyê 

Hejmarên Kovara Ronahî yên destpêkê, heta bi hejmara 4’an, bi qasî ku mirov nikare wê bi ‘Hawarê’ re bide ber hev, di warê naverokê de qels e. Ji hejmara 4’an heta hejmara 12’an naveroka wê normal e, ji hejmara 12’an heta hejmara dawîn naveroka wê êdî pir xurt e. Di hejmara 24’an de ‘sansûr’ heye. Nivîskarê ku di naverokên hejmaran de şanenava wî herî pirr derbas dibe, di gelek hejmaran de 3 nivîsên wî hene Osman Sebrî ye, ji seqa û bêhna kovarê xuya dibe ku Osman Sebrî ji teknîkê heta bi hemalî û nivîskariyê ked û xebateke pirr baş daye Ronahiyê. Mirov dikare bibêje ku ‘hûtê’ ‘Ronahiyê ew e. Ji bilî wî, Cegerxwîn, Qedrî Can, Hesen Hişyar û gelek nivîskarên Hawarê rûpelên Ronahiyê dixemilînin. Ecêb e; Celadet di Ronahiyê de bi navê xwe ango bi şanenava ‘Celadet’ tu nivîs nenivîsîne. Lê bi îmzeyên xwe yên din ên wekî ‘Bişarê Segman, Herekol Ezîzan’ û hwd. gelek nivîs weşandine. Lê Celadet di nivîsên bêşanenav de qala herbvaniya xwe kiriye, çîrok û stranên Kurdî nivîsîne, li ser dîrok û erdnîgariyê rawestiyaye, danasîna çekên nû kiriye, nûçeyên herbê çêkirine. Ji atmosfera Ronahiyê kêf û bextewariya Celadet difûre.


 ROJEVAMEDYA