Ev sê hefte ne, rojeva sereke ya li Tirkiyeyê berxwedana li Gezî Parki ya Stenbolê û çalakiyên protestokirina hikûmeta Tirk ên bi wê ve girêdayî ne. Ji ber çalakiyan, hikûmeta AKP’ê ji her hêlan ve hejiya. Him wek cara yekê ji hêla civaka Tirkiyeyê ve yekser hate protestokirin him jî ji hêla dewletên ku heta îro piştgiriya wê dikirin ve bi zimanekî hişk hate rexnekirin. Ên ku heta îro zilma li ser Kurdan dihate kirin ji nedîtinê ve dihatin, ji nişkave zordestiya hikûmeta Tirk û ya Serokwezîrê wê R.T.Erdoğan kişf kirin!..

***
Li hêla din, meşa gerîlayên Kurd ya ji bakurê Kurdistanê ber bi Başûr ve, li gorî ku ji raya giştî re hate îlankirin, dewam dike. Her wiha li gorî ku tê niqaşkirin, çav li ser gavên ku hikûmeta Tirk biavêje ye! Lê di derbarê pêvajoya aştî û çareseriyê de dev ji gav avêtinê berdin, berovajî vê yekê operasyonên leşkerî û çêkirina qereqolên nû her berdewam e! Bi van bûyeran re girêdayî, tevgera Kurd di rojên dawî de bi daxuyaniyan tîne ziman ku divê dewleta Tirk helwesteke jidil nîşan bide. Di serî de birêz Ocalan, nûnerên tevgera Kurd ji bo helwesteke cidî, bang li hikûmeta Tirk dikin...
***
Wer xuya ye ku Kurdên li Bakur êdî du rojevên siyasî bi hev re dişopînin: Him hewldanên ji bo pêşxistina demokrasiyê ya li Tirkiyeyê him jî rojeva Kurdan a neteweyî... Belkî çavekî Kurdan li ser bûyerên Gezî Parki ya Stenbolê ye, lê çavê din li ser Konferansa Yekîtî û Çareseriyê ya Bakurê Kurdistanê a li Amedê hat lidarxistin, li ser bûyerên li Rojava û  hilbijartinên ji bo serokatiya Başûr û her wiha pêşketinên li Îranê ye...
***
Ev rewşeke nû û dîrokî ye!.. Li hêlekê sewa ku hikûmeta Tirk gavan bavêje hewldan, li hêla din jî ji bo sazkirina jiyaneke Kurdewar kar û xebat wê bi hev re bimeşin. Her du têkoşîn jî wê bi tevlîbûna xelkê pêş bikeve û divê bi xwe re saziyên mayînde derêxe holê.
Ev rewş moral û motîvasyona xelkê jî bilind dike. Ev du an sê meh in, tenê bi civîn û konferansên Kurdistanî yên ku hatin lidarxistin re şûna psîkolojiya libendêmayînê hêdî hêdî meraqeke pêşketinên nû derdikeve holê. Ne tenê karê siyasî, di hêla sazkirin û bi pêşxistina aboriyê de jî hinek gav têne avêtin. Her wiha ji bo pêşxistina zimên jî hewldanek xuya ye. Helbet di her warê jiyanê de rêxistinîbûna xelkê çiqas xurt be, hikûmeta Tirk jî wê sewa gavavêtinê xwe ewqas mecbûr bibîne...
***
Ev dîmen bi xwe girîngiya Konferansa Yekîtî û Çareseriyê ya Bakurê Kurdistanê radixe ber çavan. Di dawiya hefteya çûyî (15-16 hezîran) de nûnerên rêxistinên Bakurî yên siyasî û sivîl li Amedê hatin cem hev û xwestekên Kurdistaniyan zelal kirin. Him hikûmeta Tirk gavên pêwîst ên sewa pêşxistina pêvajoya aştî û çareseriyê biavêje, careke din hate hişyarkirin him jî xwesteka serbestberdana rêberê xelkê Kurd birêz Ocalan bi yek dengî hate zimên.
Ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakî yên rojane û bi sazkirina jiyaneke xweser jî biryar hatin standin. Her wiha hate gotin ku; statûya siyasî ya Kurdistanê tenê wê bi îradeya xelkên Kurdistanê were tayîn kirin! Ji bo birêvebirina van biryaran jî rêxistineke bi navê Komîteya Yekîtî û Çareseriyê hate organîzekirin...
***
Li Tirkiyeyê Kurd him bi rojeva demokrasiya li tevahiya Tirkiyeyê re him jî bi rojeva xwe ya Kurdistanî re mijûl in. Lê her ku diçe Kurd hîn zêdetir Kurdistanî difikirin û bala xwe didin jiyan û rewşa li welêt. Gotinên rayedarên hikûmet û dewleta Tirk jî her ku diçe li ser Kurdan bandora xwe wenda dike. Mîna di konferansa li Amedê de jî bi zelalî hate diyarkirin ku; Kurd li benda gavên serdestên Tirk namînin, berevajî vê yekê rêgeha xwe aşkere kirine û ji bo jiyaneke xweser ketine nav kar û xebatê...