Li gundekî pîrejinek bi tena serê xwe heye.Pîrê pirr feqîr e. Bi tenê çêlekeke wê heye û bi şîrê wê debara xwe dike. Pîrê ji şîrê çêleka xwe mast çêdike û wî mastî difiroşe.
Rojekê Pîrê serê sibê diçe, dinihêre ku satila wê ya mast vala ye. Roja din diçe dîsa satila wê vala ye. Çend rojên din jî Pîrê her bi satila vala re rûbirû ye. Li ser vê xefkekê vedide li ber satila xwe.
Piştî vedana xefkê, Pîrê sibehî zû bi hewara rûviyekî şiyar dibe. Pîrê radihêje çoyekî û berê xwe dide kewara xwe. Serê Roviyekî di satila mêst de ye û dûvê wî di xefkê de ye. Dema ku rûvî çav bi Pîrê dikeve, ditirse û hema ji wir direve.
Rovî direve lê dûvê wî di xefkê de dimîne.
Roviyê dûvqut diçe nav roviyan. Roviyên çav pê dikevin, henekê xwe pêdikin û pê dikenin: Quto, quto, dûvquto!
Rovî gelesi li ber xwe dikeve û berê xwe dide mala Pîrê. Li derî dixe û Pîrê derî lê vedike. Rovî ji pîrê re dibêje:

-Pîrê, ez heyran, dûvê min bide min.

Pîrê lê vedigerîne:

-Tu şîrê min bide min, ez dûvê te bidim te.

Li ser vê rovî nasekine û diçe cem bizinê û jê şîr dixwaze:

- Lê lê bizinê, ka bide min şîr, ez şîr bidim Pîrê, Pîrê bide min dûvê min.

Bizin dibêje:

- Tu ji min re çilo bîne, ez bidim te şîr.

Rovî diçe cem darê û jê re dibêje:

- Lê lê dare! Ka bide min çilo, ez çilo bidim bizinê, bizin bide min şîr, ez şîr bidim Pîrê, Pîrê bide min dûvê min.

Dar dibêje:

- Biçe dasê ji min re bîne, ez çilo bidim te.

Rovî bi lez û bez diçe cem dasê û dibêje:

- Lê lê dasê! Ka bi min re were cem darê, ez te bidim darê, dar bide min çilo, ez çilo bidim bizinê, bizin bide min şîr, ez şîr bidim Pîrê, Pîrê bide min dûvê min.

Das dibêje:

- Ez kuh im. Min bibe cem hesinkar bila min tûj bike.

Rovî diçe cem hesinkar û jê re dibêje:

Lo lo Hesinkaro! Ka vê dasê tûj bike, ez dasê bidim darê, dar bide min çilo, ez çilo bidim bizinê, bizin bide min şîr, ez şîr bidim Pîrê, Pîrê bide min dûvê min.

Hesinkar dibêje:

- Ez birçî me, ji min re hêkan bîne, da ku ez dasê tûj bikim.

Rovî diçe cem mirîşkê û jê re dibêje:

- Lê lê mirîşkê! Ka bide min hêkê, hêkê bidim hesinkar, hesinkar dasê tûj bike, dasê bidim darê, dar bide min çilo, çilo bidim bizinê, bizin bide min şîr, şîr bidim Pîrê, Pîrê bide min dûvê min.

Mirîşk dibêje:

- Ji min re genim bîne, ez hêkan bidim te.
Rovî diçe cem cotkar û dibêje:

- Lo lo Cotkaro! Ka bide min genim, genim bidim mirîşkê, mirîşk bide min hêkê, hêkê bidim hesinkar, hesinkar dasê tûj bike, dasê bidim darê, dar bide min çilo, çilo bidim bizinê, bizin bide min şîr, şîr bidim Pîrê, Pîrê bide min dûvê min.

Cotkar dibêje:

- Çaviyê kewarê kun e. Genimê rijiyayî ji xwe re bibe.

Rovî radihêje genim, genim dide mirîşkê, mirîşk dide wî hêkê, hêkê dide hesinkar, hesinkar dasê tûj dike, dasê dide darê, dar çilo didiyê, çilo dide bizinê, bizin şîr dide wî. Rovî radihêje şîrê xwe û diçe cem Pîrê.

Herçî Pîrê ye heta hingê dûvê rovî dixemilîne. Dema rovî şîr didiyê, ew jî dûvê xemilandî dide rovî.

Rovî bi dûvê xwe yê xemilandî, bi kêf diçe nav roviyan. Rovî lê dicivin û dipirsin ka çawa dûvê wî wisa xemiliye. Rovî dibêje:

- Êvarê biçin bêrma gund. Li wir dûvê xwe di nav ava wê dakin. Heta sibehê ji nava ava bêrmê dûvê xwe dernexin. Dema bû sibeh hûnê bibînin ku dûvê we xemiliye weke yê min.

Rovî hemû bi ya rovî dûv-xemilandî dikin. Êvarê diçin bêrma gund û dûvê xwe dixin nava avê û heta sibehî ji nav dernaxin. Sibehî zû dema dixwazin rabin, dibînin ku ava bêrmê qeşa girtiye. Nikarin dûvê xwe ji navê bikişînin. Dema roj xweş dihilê û nêçîrvan tevî tajî û kûçikên xwe ji gund derdikevin, rovî hemû ditirsin. Ji tirsa nêçîrvan û tajiyan dûvê xwe qut dikin û direvin.

Dema roviyên dûvqut tên cem roviyê dûvxemilandî, ew bi wan dikene û dibêje:

- We henekê xwe bi min kir û min jî bi berdêleke giran dûvê xwe yê xemilandî anî. Niha nizanim ka hûn ê çawa dûvên xwe bînin.

Çîroka min li we xweş! Gotinên min li diyaran, rehmet li dê û bavê guhdaran!