Ji ber ku wêjeya Kurdan gelek dewlemend e, vê yekê bandor li ser felsefe û şaristaniyê jî kiriye. Felsefe, wêje û şaristanî hevdu xwedî dikin.” Her wiha Elî Şeraîtî jî bi vê yekê têkildar wisa dibêje: “Yê ku şaristanî û felsefe hînî Yewnana kiriye Kurd e, Kurdê di navbera Dîcle û Feratê de ne. Yewnana jî ev felsefe û şaristanî li cîhanê belav kirine.” Lê hewce ye ku ev tişt jî neyê jibîrkirin. Di bingeha dewlemendiya şaristanî, felsefe û wêjeyê de afirandin û hestên jinê jî hene. Dema ku îro em li dîrokê dinêrin, ya ku şaristanî, felsefe û wêje di tûrikê dilê xwe de bi kedeke giranbiha mezin kiriye jin in. Mezra Botan di dîrokê de qada xwedawenda ye. Her wiha cihê ya niha têkoşînek lê tê darxistin ango “Minbic” cihê xwedavenda ye. Cihê xwedavenda bereketê Atargatîs e. Û Atargatîs li ser wêje, şaristanî û felsefeyek xurt şax vedaye. 


Bi saya wêjeya jinê, zimanê xwe hîn dibin

Jin xweza, jiyan û azadî ye. Di wêjeya jinê ya devkî de ’’Lorî’’ xwedî roleke sereke ye. Ji bo ku jin pitikê xwe di xew kin an jî derd û kulê dilê xwe bi zarokên xwe re parve bikin Loriya dibêjin. Zarok cara yekem bi Lorîkê dayikê xwe zimanê xwe nas dikin. Ango di hînbûn û hînkirina zimên de armanca Loriyan girîng e. Tiştê ku bingeha wêjeya zarokan xurt û dewlemend dike, zimanê dayikê ye. Û zarok bi saya wêjeya jinê, zimanê xwe hîn dibin. Esasê wêjeya zaroka jî li ser zimanê dayikê ava dibe. Ango wêjeya zarokan di bin sîwana lorîkê dayikan de bi teşe dibe. Ji bo amadekariya jiyaneke rasteqîn, ji bo zarok xwezaya zimanê xwe fam bikin û ziman li ser koka xwe şîn were, hewce ye ku têkiliyek xurt di nav zarok û dayikê de hebe. Zarokên ku ji hest û dilê dayika xwe dûr bikevin ew ê ji rastiya zimanê xwe jî dûr bikevin. Her wiha Amîn Maalouf: “Terorîzma herî mezin ew e ku têkiliya navbera gelekî û zimanê wî qut bibe. Bi rastî jî dema têkiliya navbera zarokekî û ziman qut bibe dê çand, huner û dîrok jî têk biçe. Loma di wêjeya zarokan de reng û dengê jinê girîng in.” 


Dengbêjiyê ji hestê jinê feyz girtiye

Di çand û wêjeya Kurdan ya devkî de dengbêjî xwedî roleke sereke ye. Çand û wêjeya Kurdan ya devkî di rastiya dengbêjiyê de tê zanîn. Li gelek platforma destan û çîrokên cûr bi cûr bi dev û dengê dengbêja hatine rave kirin. Lorîkên ku bi dil û kedera jinê hatiye meyandin gelek jê bûne mijarên dengbêjiyê. Loma em dikarin di vir de bibêjin dengbêjiyê jî ji hestê jinê feyz girtiye û ji bo li xwedîderketina wêjeya zarokan esasekî xurt û girîng e. Her wiha bi vê xwedîderketinê pêşiya pişaftinê jî tê girtin. Zimanekî ku zarok 

neaxive, wêjeyek ku zarok jê bêpar bimîne ew ê bi ber tunebûnê ve biçin. Ji bo civakek 



ji xweza û rastiya xwe dûr nekeve, hewceye ku wêjeya wê li ser bingehek xurt bê ava kirin. Heger bi vî awayî nebe wekî nivîskarê nemir Mûsa Anter negot, em ê şêşt salên din jî di nav vî agirî de bişewitin û rewşa me yê bibe wekî rewşa Reşo. Nivîskarê nemir Mûsa Anter di pirtûka xwe ya “Çinara min” de behsa bûyerekê dike û wisa dibêje: 

“Gundiyek hebû ye navê wî jî Reşo bûye. Rojekê kurikekî Reşo çêbûye. Herkesî gotiye: 

- Çavên te ronî bin. 

Reşo jî gotiye:

-Na bila çavên axê ronî bin.

Gundî şaş û mat dimînin û dipirsin     

-Ji bo çi?

Reşo dibêje:

-Çimkî min xulamek ji axê re aniye. 

Mûsa Anter jî dibêje:

“Rewşa me Kurdan jî wekî ya Reşo ye. Em bi salan dixebitin lê herî dawiyê tiştek di destên me de namîne. Binêrin bi helbestkarê mezin Cegerxwîn dibêje çi:

“Welatê met ev zîv û zêr e lê em çi bikin maye ji xelkê re.”


Zarok, ziman û wêje bibin yek dilek

Ji bo ked û xebata me binax nebe û ji xelkê re nemîne, berxwedana civakî û xwedîderketina wêjeya zarokan esas e. Çimkî zarok hêvî û ronahiya pêşeroja jiyanekê ye. Di vê jiyanê de ji bo ziman û wêje wekî stêrkekê biçirûse û li ezmana bibe wekî stargeheke rewan hewceye ku zarok, ziman û wêje bibin yek dilek. Dema ku xwedîderketinek bi vî awayî hebe, li ser vî dilê yek dê hest û xeyalên pîroz bên afirandin. Lê dema ku berovajî van tiştana hinek bûyer pêk bê wê demê dê hêlîna ku awazên serxwebûna ziman û wêjeyê tê de diteyisin mixabin ew ê bê hilweşandin. Ji bo em nebêjin “Sal bi sal xwezî bi par’’ hewceye ku  em devê delingê xwe bijdînin û di rêya xwedîderketina wêjeya zarokan û hestên jinê de bi kêferatek ji dil bixebitin. Çimkî xebata di rêya parastina ziman û wêjeyê de mirovan qenc û pak dike. Mirovan bi bask dike û li asîmana gewhereke ji dil li ser rûyê serxwebûnê dibarîne. Her wiha hestên azadiyê jî bi vî awayî tê parastin. 

Di şerê navxweyî yê Îspanyayê de Federîko berî ku nîjadperest wî gulebaran bikin helbestekê dixwîne û wisa dibêje:


Mirovên ku ne azad bin çi ne?

Ka bêje Mariana de ka bêje

Heger ez ne azad bim

Ez ê cawa ji te hez bikim

Ez ê çawa vî dilê xwe

Ji bo te vekim ?


Federîko bi vê helbesta xwe hestê azadiyê diparêze. Ji bo parastina hestên azadiyê, xwedîderketina wêjeya zarokan û rengê jinê jî hewce ye.